NY: Biryarê tavilê hilweşînin
Şemî 18 Çile 2025 - 03:00
Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Îranê Maî Sato li ser rupela xwe ya fermî a X’ê de li dijî biryara bidarvekirina Pexşan Ezîzî peyamek belav kir. Maî Sato di peyamê de ragihand ku carek din fikarên xwe yên derbarê pejirandina cezayê darvekirinê yê ser Pexşan Ezîzî ji aliyê desthilata Îranê ve tînin ziman û daxwaza tavilê hilweşandina ceza dikin. Her wiha destnîşan kir ku doza çalakvana jin a Kurd Pexşan Ezîzî, çewisandina berbelav a li ser jinan û çalakvanên kêmeneteweyên li Îranê nîşan dide. Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Îranê Maî Sato got:“Pexşan Ezîzî rastî êşkenceyê hatiye û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Her wiha darizandineke adil û mafê parêzeran lê hatiye qedexekirin.” Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
ROJNEWS