- Amadekariyên çêkiri9na belgefilma Nûjiyan sala 2019’an dest pê kir û di sala 2021’ê film temam bû. Belgefilm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan e.
DÎCLE DEMHAT / JÎNHA/QAMIŞLO
Amadekariyên çêkiri9na belgefilma Nûjiyan sala 2019’an dest pê kir û di sala 2021’ê film temam bû. Belgefilm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan e. Nûjiyan di 3’yê Adara 2017’an de di êrişa çekdarên Roj de bi giranî birîndar bû, di 22’yê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan ji bo ku bibe deng û qêrîna jinên Şengalê, gelek xebatên bi rûmet meşandin. Nûjiyan dikaribû fermana li dijî gelê Şengalê bi pênûs û kameraya xwe bigihîjîne cîhanê. Ekîba belgefîlma Nûjiyan dikaribû dengê Nûjiyanê yê rastiyê derxe holê. Belgefilm cara ewil 28’ê Gulanê li bajarokê Xanesora Şengalê hat nîşandan, her wiha di 17’ê Hezîranê de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hat nîşandan. Têkildarî belgefilmê, endama ekîba hilberandina belgefilmê û pêvxistina belgefilmê, Zinarîn Zinar peyivî.
‘Min Nûjiyan baştir nas kir’
Zinarîn Zinar dibêje, “Em sê hevalên jin, Jînda Asmen, Ferîde Zada û ez me bi hev re dest bi vê xebatê kir. Ev xebat ji 2019´an heta 2021’ê hat meşandin. Bi pirranî me li herêma Şengalê û Rojava xebat kir. Hin pirsgirêkên teknîkî derketin, lê me encameke baş bi dest xist. Ji bo min pirr baş bû, ji ber ku min bi xwe çend caran hevala Nûjiyan dîtibû. Dema mirov hev dibîne, pirr baş nas nake, lê min bi vê xebatê dikaribû hevala Nûjiyan baştir nas bikim. Dema em ji bo belgefilmê dixebitîn, jinên Şengalê behsa kesayeta Nûjiyan dikirin û vê yekê hesteke pirr cuda bi min re ava kir. Her çiqas jinên Şengalê qala Nûjiyan dikirin, xwesteka karê belgefilma Nûjiyan di kesayeta min de zedetir dibû.”
Zinarîn Zinar dibêje, Nûjiyan Erhan bi kar û xebatên xwe bûye deng û qêrîna jinên Êzîdî: “Nûjiyan Erhan dikaribû deng, qêrîn û rengê jinên Êzîdî li tevahî cîhanê bide nasîn. 74 ferman hatin serê vî gelî. Li Çiyayê Agiriyê bi wêneyê goreke beton, dagirkeran gotibû ‘Kurdistan li vir veşartî ye.’ Rêber Apo ji bo Kurdan gotibû ‘Kurdistan hatiye metingehkirin’, lê îro gelê Kurd dikaribû vê betonê perçe bikin. Ev serketin û jiyana bi rûmet jî bi saya bi hezaran şehîd û zarokên Kurdan pêk hat. Pêwîst e em van rastiyan ji fermana Şengalê bi awayekî şênber bibînin.”
Zinarîn Zinar herî dawî dibêje, wê di şexsê Nûjiyan Erhan de xweşikbûn û hêza jinan dîtiye: “Ez bang li tevahî jinan dikim, divê em kar û xebatên wiha zêdetir bi pêş bixin. Divê jin hêza di cewherê xwe de derxin holê û wê hêzê nîşanî her kesî bidin. Me sê jin belgefilma Nûjiyan çêkir û me da nîşan ku jin hêz in û çi bixwazin dikarin bi ser bixin.”