Nûbiharê ji zarokan re “Dilşa” çap kir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 3 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Weşanxaneya Nûbiharê seta pirtûkên zarokan a bi navê “Dilşa” ku ji 6 pirtûkan pêk tê, bi Kurmancî çap kir. Pirtûkên di seta “Dilşa” de ji bo zarokên 3 ta 6 salî hatine wergerandin.

Weşanxaneya Nûbiharê seta pirtûkên zarokan a bi navê “Dilşa” ku ji 6 pirtûkan pêk tê, bi Kurmancî çap kir. Pirtûkên di seta “Dilşa” de ji bo zarokên 3 ta 6 salî hatine wergerandin. Ev 6 pirtûkên pedagojîk, ji nav seteke Elmanî ya pirr navdar û serketî hatine neqandin.  Kitêbên di setê de nivîskara Elman, Liena Schneider nivîsandine.

Pirtûk li Elmanyayê wekî serpêhatiya Conni tên zanîn û heta niha li gelek zimanên din jî hatine wergerandin. Her wiha ji ber van pirtûkan filmên kartonî û yên sînemayê jî hatine çêkirin. Di wergera Kurmancî de jî di her beşeke pirtûkê de serpêhatiyên Dilşayê hene. DILŞA, di her pirtûkekê de bi serbihurî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û bi pêş ve diçe.

Navê pirtûkên ku hatine wergerandin wiha ne; “Dilşa dest bi dibistanê dike”, “Dilşa diçe bexçeyê heywanan”, “Dilşa winda dibe”, “Dilşa futbolê dilîze”, “Dilşa li nexweşxaneyê ye”û “Dilşa hînî ajotina biskilêtê dibe”.

Ji nav pirtûkên di nav seta “Dilşa”yê de 3 ji wan ji hêla Abdullah Încekan, 2 ji wan ji hêla Selman Dilovan û 1 ji wan jî ji hêla Asli Kaya ve hatine wergerandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.