Hejmara 164´an a Kovara Nûbiharê derket. Kovara çandî, hunerî û edebî di vê hejmarê de Beyta Cimcime Siltan, aliyê evîn û estetîkê yê Melayê Cizîrî daketiye.
Di hejmara kovarê ya 164´an de Ayhan Geverî li ser Beyta Cimcime Siltanê nivîsiye ku berbelav e û bi taybetî di gelek çand û edebiyatên Rojhilata Navîn de, di edebiyatên Farsî, Kurdî, Tirkî û Suryaniyê de nimûneyên wê hene.
Nivîskar li ser varyantên Gever, Colemêrg û Şemzînanê lêkolîn kiriye û herî dawîn metnê varyanta Evdilqadir Qizilqaya daye.
Nevzat Eminoğlu di nivîsa xwe ya bi navê “Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê” de li ser eşq û estetîkê, ji helbestên Melayê Cizîrî çend nimûne dane.
Nasır Kemaloğlu çîrokek û Prof. Behcet Alî jî helbestek li ser erdhejên 6´ê Sibatê nivîsine.
Hêmin Omerî nameyên ku Mela Xelefê Bafeyî ji Ebdurreqîb Yusifî re bi Kurdî şandine ji bo weşandinê amade kiriye. Serdar Bedirxan û W.K. Merdimîn jî ji Seîdê Norsî wergereke Zazakî kirine.
Kesên bi nivîs û çîrokên xwe di vê hejmarê de cih girtine ev in: Hanifi Taşkin, Şerq Bulbulî Kerem, Mihemed Elî Elewîkeya, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Edîb Polat, Saîd Mîrza, Zeynep Çelik, Mîr Şad, Dawid Aram, Yilmaz Elagoz, A.R.T Dilazad, Sait Faik Abasiyanik, Fîrûzan Demir, Hekîm Meretoyar û Dr. Omer Ulucay.
Helbeskarên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmet Tanrikulu (Mem Ronga), Ahmed Arif, Sidqî Azizoglu, Îmamê Şafîî, Se’diyê Şîrazî, Mascha Kalêko, M. Zahir Ertekin, Xebatkarê Şirnexî, Refîq Sabîr, Sidîq Gorîcan, Sabri Akbel, Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî, Muqades Agirî û Azad Rêbiwar.
Hevpeyvîna vê jimarê jî Salihê Kevirbirî li Gurcîstanê, bi şanoger Bînbaşê Axê re kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN