Nivîskarên siberojê dinivîsin

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, pêşbirka “Nivîskarên Siberojê” ya zarokan a ku sala 2020`an cara yekê li dar xist, îsal di qonaxa 3`an jî ragihand.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, pêşbirka “Nivîskarên Siberojê” ya zarokan a ku sala 2020`an cara yekê li dar xist, îsal di qonaxa 3`an jî ragihand. Pêşbirk bi dirûşmeya “Şitla îro, dara sibe” bi armanca geşkirina çanda xwendinê û derxistina behreya zarokên nivîskar tê lidarxistin.

Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê hate organîzekirin, ji du beşan pêk tê: Beşa ji bo zarokên 10 ta 14 salî û beşa ji bo zarokên 15 ta 18 salî. Pêşbirk bi Kurdî û Erebî ye.

Pêşbirka “Nivîskarên Siberojê” li ser sê qonaxan e: Hilbijartina pirtûkekê, devkî gotina naveroka wê pirtûka hilbijartî û herî dawî jî nivîsandina çîrokekê ji xeyalê wî/wê zarokê. Komîteya nirxandinê jî ku berhemên zarokan dinirxîne, ji endamên Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîran û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêk tê.

Têkildarî nirxandina pêşbirkê di dewra yekê û duyê de û armanca dewamkirina wê, endamê Komîteya Amadekar a Pêşbirka `Nivîskarên Siberojê` Alan Ebdullah got, armanca wan a giştî ew e paşguhnekirina behre û berhemên zarokan e: Bi rêya vê pêşbirkê hêza nivîsê li gel zarokan tê dîtin.

Li gorî komîteya amadekar daneyên tevlîbûna zarokan ji pêşbirka “Nivîskarên Siberojê” re wiha ne; di qonaxa yekemîn de hejmar gihîşt 100 zarokî, di ya duemîn de 50-60 zarok lê zêde bûn, di ya 3`emîn a îsal de hejmar gihîştiye zêdeyî 200 kesî. Alan Ebdullah da zanîn ku di qonaxa 3`emîn de makanîzmeya pêşwazîkirina zarokan ji bo pêşbirkê, guhertiye: “Di her bajar û navçeyê de navendên çandê navên zarokan ji dibistanan xist lîsteya pêşbirkê.”

Bi wan siberoja me geş dibe

Li ser sedema dewamkirina vê pêşbirkê Ebdullah got, “Bi rêya pêşbirkê zarokê beşdar pirr bi moral bûne, ji wan beşdaran 2 zarok komeçîrok derxistin, yekî jî romanek nivîsiye, weke berhemên ferdî pirtûk derxistine. Asta wan gihiştiye ku berhemên xwe çap dikin, em bi berhemên wan matmayî dimînin, li wir kêfxweşiyek derdikeve holê.”

Alan Ebdullah da zanîn ku xelatên zarokên serketî dê mîna qonaxên berê be, dê madî û manewî be: “Zarokên me li gorî derfetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin, tevdigerin. Wê bi saya wan siberoja me geş bibe, wê ji me bêhtir karibin projeyên çandê li herêmê bi pêş bixin.”

Zarokên ku navê xwe di lîsteya pêşbirka “Nivîskarên Siberojê” de tomar kirine, dê di 30`ê Tîrmehê de dest bi qonaxa yekemîn bikin, di 8`ê Tebaxê de qonaxa 2`emîn û di 17`ê Tebaxê de berhemê xwe pêşkêşî komîteya nirxandinê bikin. Di 27`ê Tebaxê de dê encamên pêşbirkê bên ragihandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.