Nivîskaran ‘Rexneya Wêjeyî’ nîqaş kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Gulan 2023 - 01:17

Bi dehan nivîskar û helbestvan di roja 5`an a Hefteya Wêjeyî de “Rexneya wejeyî” nîqaş kir.

Hefteya Wêjeyî-Sala Melayê Cizîrî li Kobanê di 29`ê Nîsanê de bi tevlîbûna gelek rewşenbîran, nivîskar, helbestvan û hezkiriyên wêjeyê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû.

Di roja 5`an a Hefteya Wêjeyî de, têkildarî rexneya wêjeyî û bandora wê li ser wêjeyê semînerek hat dayîn. Lêkoler Ehmed Hac Elî ku ji Minbicê tev li Hefteya Wêjeyî bûye, semîner bi rê ve bir.

Hac Elî têgeha rexneya wêjeyî nîqaş kir û got, “Rexneya wêjeyî, ji wêjeyê qut nabe. Mîna zarokê ku rast çepê xwe çedike û rexne jî, bavê aqilmend e ku zarok vedigerîne rêya rast.”

Ehmed Hac Elî diyar kir ku cudabûn di navbera rexneyê û rexnegiriyê de heye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rexne, aliyên hêz û qelsiyê yên xebata wêjeyî nîşan dide. Lê rexnegerî, aliyên nerênî yên xebata wêjeyî nîşan dide.”

Piştî semînerê, beşdaran nêrînên xwe der barê de parve kirin.

Dûre Mezlûm Cemo û Mehmûd Misto helbestên bi Kurdî û Fatme Hemîd bi Erebî xwendin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.