Nexweşxaneya şewatê ji bo Qamişloyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Nîsan 2023 - 15:44

SOLÎN EHMÊ / ANHA / QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd amadekariyên vekirina nexweşxaneya şewatê û talasemî (Thalassemia) û kanserê ya bê pere, hindik maye bi dawî bike.

Nexweşxane li taxa Enteriyê ya li kêleka Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd e û amûrên herî nûjen û baş tê de hatine bicihkirin: beşa şewatê, stasyona navendî ya oksîjenê û stasyona paqijkirina avê û beşên bijîşkî yên din.

Endamê Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman got, amadekarî ji 2 salan ve tên kirin û niha jî stasyona navendî ya oksîjenê tê amadekirin, piştre jî ji bo 3 beşên din; talasemî, kanser û şewatê amûrên bijîşkî wê bên bicihkirin.

Silêman destnîşan kir ku beşa kanserê jî wê tenê dermanên pêwîst ji nexweşan re pêşkêş bike û testên pêwîst çêke ji ber ku dermanên kîmyewî niha li herêmê peyda nabin.

Heyva Sor a Kurd hewl dide ku beşekê ji bo dermankirina şewatê li gorî pîvanên tenduristiyê yên cîhanê veke. Ev beş jî weke beşên din ên nexweşxaneyê wê bê pere be. Ji ber nebûna mîna van navendan, li herêmê, birîndar neçar dimînin ku biçin Şam, Heleb û Başûrê Kurdistanê.

Her wiha ji bo nexweşiya talasemiyê jî Silêman destnîşan kir ku li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 150 zarokên ku bi wê nexweşiyê ketine, hene.

Silêman eşkere kir ku ji bilî beşa talasemiyê, beşa banka xwînê jî heye, ji ber ku ew beş hem ji bo zarokên nexweş hem jî ji bo herêmê bi giştî girîng e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.