- Dibistan li Kobanê temam kirin û niha xwe didin ber barê hevkariya avakirina nexweşxaneya Avrîn li Şehbayê. Komeleya ji nû ve Avakirina Kobanê civata xwe ya giştî li dar xist.
ALÎ OZŞERÎK
Komeleya ji nû ve Avakirina Kobanê ya li Swîsreyê, berê dibistanek li Kobanê ava kiribû. Niha jî ew ê piştgiriyê bide avakirina nexweşxaneyekê li Şehbayê. Navenda Komeleya ji nû ve Avakirina Kobanê li bajarê Lugano yê kantona Ticino ye. Wê civata xwe ya giştî ya asayî kom kir, xebatên xwe nirxandin û biryarên projeyên xwe yên nû dan. Civata Giştî li hola Cinema Lux pêk hat. Bêhtirî sed delegeyên Swîsrî, Kurd û Suryanî beşdarî civata giştî bûn.
Komele sala 2015ʼan ji bo piştgiriya bi Kobanê re bi navê Comitato Ticinese per la Ricostruzione di Kobane hatibû avakirin. Serokê wê, serokê Rêxistina Kontrola Kanserê ya Navneteweyî (UICC) Prof. Dr. Franco Cavalli ye.
Di civata giştî de ji rêveberên komeleyê Francesco Buonsaver da zanîn ku wan di encama projeyên xwe de wan alîkarî berhev kiriye û bi 240 hezar frankan li Kobanê dibistanek ava kiriye. Wî got, "Bi gelek çalakiyan me piştgiriya xwe bi xelkê Kobanê re dewam kir. Em ê bi projeyên xwe yên nû piştgiriya xwe ya bi xelkê Rojava re dewam bikin."
ji rêveberiya komeleyê Ahmet Yaman jî got, "Rojava ne tenê erdekî piçûk e, bi berxwedana xwe û paradîgmaya xwe ew bû hêzeke kurewî. Rojava bi hêzên dinyayê yên demokratîk û insanî re bû yek."
Di encama minaqeşeyan de biryar hat dayîn ku bi 64 hezar û 400 frankan alîkariyê bidin projeya avakirina nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê.
Meydana sporê diqede
Ji alîgirên tîma Hokeya Qeşayê ya bi navê Curva Süd, Ambrì Piotta jî got, ew ê piştgiriya xwe ya bi xelkê Kobanê re zêde bikin û dewam bikin. Piotta da zanîn ku ew ji bo zarokên dibistana li Kobanê, meydanên sporê ji bo futbol, basketbol û voleybolê çêdikin. Wî mizgînî da ku ev meydan hindik mane biqedin.
Civata Giştî bi nîşandana filma “Ji bo Azadiyê” bi dawî bû.
Prof. Dr. Cavalli dîsa bû serok
Prof. Dr. Franco Cavalli di civata giştî de dîsa weke serokê komeleyê hat hilbijartin. Cavalli di heman demê de serokê Rêxistina Kontrola Kanserê ya Navneteweyî (UICC) û Serokê Înstîtuya Onkolojiyê ya Swîsreyê (IOSI) ye jî. Cavalli ji bilî pîşeyê xwe, bi siyasetvaniya xwe ya sosyalîst jî tê nasîn.