Newroza Amedê tesîrek mezin kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Adar 2021 - 00:03

Hunermend Kadîr Çat cara yekê ye ku di Newroza Amedê de derket ser dike. ew dibêje, biryardariya gel ew mest kiriye û milet ji desthilatê re gotiye, ew li vir in û çonga xwe nadin erdê.

Newroza îsal bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hat pîrozkirin. Li gel pandemiyê jî bi milyonan kes tevlî pîrozbahityê bûn. Di pîrozbajiyan ji 7 salî heta 70 salî ji her beşa civakê bi milyonan kes beşdar bûn. Wan bi milyonan, li dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, doza girtina HDP’ê û vekişîna ji Peymana Stenbolê nerazîbûn nîşan da. Hunermend Kadîr Çat, çavdêriyên xwe yên Newrozê parve kirin. 
 
Milet pîlana desthilatê pûç kir

Çat, da zanîn ku cara yekê, sala 2012’an ji bo Newroza Amedê hatiye vexwendin, lê ji ber ku wê salê Newroz hatiye qedexekirin, nikaribûye tevlî Newrozê bibe û ji ber wê cara yekê îsal weke hunermend tevlî Newroza Amedê bûye. Çat, destnîşan kir ku li gel astengiyên polêsan jî bi sed hezaran kes li meydana Newrozê bûne: “Li hemberî biryardarî û coşa gel, ez mest bûm. Desthilat li bendê bû gel tevlî Newrozê nebe, lê gel daket qadan û vê bendewariyên desthilatê pûç kirin. Bi vê re gel bersiva pêwîst da polîtîkayên zext û tepisandinê.”

 Di dewamê de Çat, got, ji saetên serê sibehê ve bi sed hezaran kesî meydana Newrozê tije kiriye: “Hefteyekê beriya Newrozê, ez li Amedê bûm. Bêdengiyek di nav gel de hebû. Lê roja Newrozê ev bêdengî bû qêrîn. Newroza Amedê her sal xweş derbas dibe, lê îsal cuda bû. Newroza 2021’ê Newrozeke dîrokî bû. Newroz îsal bi awayekî pê bikeve, li Amedê hat pîrozkirin. Gel, li partî, bîrdozî, têkoşîna azadiyê, çalakgerên xwe yên greva birçîbûnê xwedî derket. Milet ji wan kesan re ku Kurdan û gelan cihê dikin, got, ‘kumê xwe deynin ber xwe û careke tenê bifikirin’. Tenê derneketim pîrozbahiya Newrozê. Tişta min li wir dît rastgeh bû. Qadeke mezin bû. Tevlîbûna ciwanan û coş gelek zêde bû. Gelek caran derketime ser dikê, lê Newroza Amedê tesîreke mezin kir. Bû kêliyek ku ez ê di jiyana xwe de qet ji bîr nekim. Milet ev hîs bi min re peyda kir.”

MA/MERSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.