Newala Keyan û mezelên fîrewnan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:34

  • Ev newal wek “Newala Rojhilat” û “Newala Rojava” dibe du beş. Di nava vê nekropolê de bi tevahî 63 mezel hene. Mezel bi giştî di tehtan de hatine çêkirin û wek “Mezelên ji Teht” jî tên binavkirin. Ew sala 1922’yan bi kifşkirina mezelê Tutankamun hate zanîn û piştî wê navdar bû.

XASÊ CÛNÊ

Şêniyên Şaristaniya Misrê ya kevnar piştî mirinê ji jiyaneke din bawer dikirin, ji ber vê yekê jî amadekariyên wan yên ji bo dinyayeke din û vê baweriya wan kir ku gelek tiştan li pey xwe bihêlin. Nexasim jî alavên ku di gorên wan de hatin dîtin vê daxwaz û baweriya wan baş radixe ber çavan. Berhem, huner û sinehetkariya wan a şareza îro li muzexaneyan tên nîşandan. Lê ji bo mirov ji vê baweriya wan û sinehetkariya wan têr bibe divê mirov teqez serekî biçe mezelên wan da ku mirov baştir ji huner û rêûresmê wan fêhm bike. Mezelên herî navdar û resen di koleksiyona ku jê re dibêjin “Newala Keyan” de tên nîşandan. Ev newal nekropoleke fireh û dirêj e û nava wê bi wêne û nivîsan hatiye xemilandin kû îro jî ev huner mirov matmayî dihêle. Ewqasî ku jidil û bedew e û bi sinehetkariyeke çê hatiye avakirin.

Nekropoleke fireh û mezin

“Newala Keyan” li derveyî “Luksor”ê, nekropoleke fireh û mezin e. Di vê nekropolê de bi qasî 60 mezelên tovrindên wê demê hene. Ev mezel aîdê fîrewnên “Qraliyeta Nû” ne, ku wek dema herî xweş û baş a Misra Kevnar tê zanîn. Di nav van mezelan de mezelê “Tutankamun”, “Set I” û “Ramses II” jî hene. Her yekî odeyeke taybet ji bo mezelê xwe çêkiriye û mezelên wan di van odeyan de ne. Her wiha “Newala Keybanûyan” jî heye û di vê nekropolê de jî mezelê hevjînên fîrewnan û xizmên wan hene.   

Newala Rojhilat û Newala Rojava

Ev newal wek “Newala Rojhilat” û “Newala Rojava” dibe du beş. Di nava vê nekropolê de bi tevahî 63 mezel hene. Mezel bi giştî di tehtan de hatine avakirin û wek “Mezelên ji Teht” jî tên binavkirin. Ev sît yan jî nekropol sala 1922’yan bi kifşkirina mezelê Tutankamun hate zanîn û piştî wê navdar bû. Ji bo Zanyarên Misrê ciyekî pirr girîng e û ew hîna jî lêdikolin û bawer dikin ku hîna gelek tiştên ku ew nizanin di vê nekropolê de veşartî ne. 

Piştî ku şaristaniya Misrê bi giştî hevgirtin û bûn yek, şaristaniya kevnar wek “Qraliyeta Nû” nav guherand û di navbera BZ 1550 û BZ 1077’an de pêvajoyeke nû li Misrê dest pê kir. Ev serdema dewlemendiyê bû û ji şer bêhtir aramî hebû. Di vê serdemê de fîrewnan ji bo hêza xwe bêhtir nîşan bidin, berên xwe dan mezelên bêhempatir. Wan dixwest mezelên xweşik û bi hurgilî ava bikin ji bo dinyayeke din da ku ew lê bijîn. Bi vî awayî “Newala Keyan” hat avakirin û mezelên bêhempa tê de cihê xwe girtin.

Di hin mezelan de 120 ode hene

Fîrewnan ji bo dinyayeke din yanî axretê, ji xwe re mezel çêkirin. Ev mezelên wan ji bajêr dûr bûn, li pişt “Palên Theban” bûn, ji bo ku ew karibin van mezelan ji dizan biparêzin, wan ciyekî dûr hilbijartibû. Hemû mezelên ku di nekropolê de cih digirin bi avahîsaziyeke bêhempa di tehtan de hatine çêkirin. Her mezelek xwedî taybetmendiyeke, mezinahî û hurgiliyên wan li gorî girîngiya kesan diguhere. Di hin mezelan de bi qasî 120 ode hene, lê di hin mezelan de jî tenê odeyek heye. 

Xemlên bi hurgilî yên bêhempa

Her çiqasî ev mezelên li “Newala Keyan” hatibin şêlandin û gelek alavên biha yên girîng hatibin dizîn jî, hîna jî xemla mezelan wek berê li ciyê xwe dimîne. Ev xeml û dekorasyon hêz û bandora fîrewnan baş radixe ber çavan. Ji ber ku ne xemleke ji rêzê ye û ev xeml nîşana sinehetkariyeke bêhempa ne. Îro jî bi vî awayî kes nikare ewqas bi hurgilî xemlan çêke û dekorasyonên bi vî awayî derxe holê.

Odeyên ku di nav mezelan de ne, bi metnên kevn yên olî yên weke “Kitêba Deriyan” , “Kitêba Şikeftan” û “Kitêba Dinyayê” hatine xemilandin. Armanca vê hunerê ew e ku di rêwîtiya axretê de bibe alîkar û wan di vê rêyê de aş bike. 

Mezelên li Newala Rojhilat

Mezelên herî mezin ê vê herêmê yên zar û zêçên Ramsesê 2’yem in. Li gorî agahiyên ku di kolanên arkeolojîk de hatine bidestxistin tê zanîn ku 52 zarokên Ramses hene û mezelê 4´an ji wan di vê nekropolê de ne. Sala 2006’an hat diyarkirin ku di “Newala Rojhilat” de 200 korîdor û odeyeke mezin hene. Ev agahî dike ku ev newal, wek newala bê ser û ber were zanîn. Lê gelek mezelên li vir ji xemlan bê par in û di merasîma cenazeyan de xeml nehatine çêkirin.

Mezelê herî navdar ê li vir bêguman yê Tutankamun e. Li gorî ew navdar e jî ewqas ne mezin e. Li gorî zanyarên Misrê Tutankamun hîna 19 salî wefat kiriye. Zanyar wisa texmîn dikin ku bedena wî birine li ciyekî din veşartine. Lê dîsa zanyar dibêjin, çi dibe bila bibe, ev mezel bi naverok û berhemên ku tê de hatine dîtin, mezelê herî balkêş û navdar ê Misrê ye.

Ji ber koleksiyoneke mezin a berheman di mezel de hatiye kifşkirin.

Mezelên li Newala Rojava

Li vir tenê 4 mezel hatine dîtin, ji ber vê yekê turîst zêde naçin serdana vê newalê û ew li pişt çavan dimîne. Mezelê Amenhotepê 3’yem li vir e. Tişta xerîb a li vir ew e ku mezelên hevjînên Amenhotep jî li kêleka mezelê wî hatine çêkirin. Ji bo wan jî du odeyên ku ji bo mezelan hatine çêkirin, hene. 

Newala Keybanûyan

Nêzî “Newala Keyan” ji bo hevjîn û xizmên fîrewnan jî mezel hatine çêkirin. Ji vir re jî dibêjin “Newala Keybanûyan”. Wek yên mêran di vê nekropolê de jî ji 100’î bêhtir mezelên ku di tehtan de hatine çêkirin, hene. Di nav van mezelan de jî mezelê herî tê zanîn û navdar yê hevjîna Ramsesê 2’yem, Nefertarî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.