Neqşên bi LED'ê

Nûçeyên Çand/Huner

În 31 Adar 2023 - 04:55

Hunermenda Brezîlî, Giovana Marcon bi neqşan hunerê xwe dike. Ew nexasim jî bi nexşên li ser cawê di tarekê de navdar e. Ew gelek caran komên stêrkên li ezmanan dineqişîne. Ji bo ku wan xweşik bide xuyakirin, ew lempeyên piçûk ên LED bi kar tîne. 

Ew esas li ser dîzayna pîşesaziyê perwerde bûye. Lê wê berê xwe daye dîzaynên neqşê: “Dîzaynên min ên neqşê xwedî şopên moderntir bûn, ne weke neqşên dayika min hînî min kirî bûn, lê min hîna lempeyên LED´ê li wan zêde nekiribûn. Cara pêşî ji bo ku weke xelateke dawetê bidim, min neqşeke bi lempeyên LED´ê çêkir.”

Ji hingê ve ew hem komên stêrkan û hem jî UFO´yan li ser cawê di tara neqşê de dineqişîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.