‘Neo-And’ yan jî mîmariya xelkên xwecihî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 26 Cotmeh 2022 - 06:57

  • Mîmariya avahiyên li bajaran di heman demê de nasnameyekê jî temsîl dikin. 

Mîmariya avahiyên li bajaran di heman demê de nasnameyekê jî temsîl dikin.

Meriv pirr bi rehetî dikare bibêje ku xanî û kolanên bajarê El Alto yê Bolîvyayê jî nasnameya xelkê xwecihî temsîl dikin. Wênegirê Îtalyayî Yuri Segalerba, ji kolanên El Alto gelek wêneyên xweşik yên mîmariya “Neo-And” ku weke mimariya xelkên xwecihî  tê zanîn girtiye. Hosteyê dîwaran û mîmarê xaniyan Freddy Mamani Silvestre di sala 2005’an de bajar bi mimariya “Neo-And” xemilandiye û heya jê hatiye bi vê mîmariyê xaniyan lê kiriye. 

Mîmariya “Neo-And”  mîmariyeke geometrîk û rengo rengo ye. Ev rengên li ser xaniyan ango ev mimarî çanda xelkê xwecihî ya “Aymara” îfade dike. Rengên saf û besît in. Ji xew li El Alto herî zêde xelkên Aymarayî dijîn. Hosteyê vê mîmariyê Mamani Silvestre jî bi xwe ji civaka Aymara ye û xwestiye ev çand di mîmariya bajêr de were xuyakirin. 

El-Alto li serê çiyayên Andê hatiye lêkirin. Bajarekî ewqas kevnar nîne, di sala 1985’an de weke taxeke piçûk bû û xaniyên li wir jî tev serobero bûn. Lê ber bi salên 1990’î bajar bi carekê mezin bû û her çû qerebalixtir bû. Hosteyê dîwaran Mamani Silvestre hewl dide ku bajarê El Alto bi vê mîmariya ku îfadeya çanda Aymara ye ji nûve bixemilîne û bi vî awayî vê çandê û mîmariyê nede jibîrkirin.

EL ALTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.