Nefel atolyeyên hunerî li dar dixe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 21:03

  • Li Mêrsînê atolyeyên Komeleya Çand û Huner a Nefelê dest pê kirin. 

Li Mêrsînê atolyeyên Komeleya Çand û Huner a Nefelê dest pê kirin. Li komeleyê ku di 10'ê Gulanê de hat vekirin, tevî atolyeyên baxleme û erbaneyê, atolyeyên zarokan jî tên lidarxistin. Komele çalakiyên dengbêjan jî li dar dixe. 

Endamê Komeleya Çand û Huner a Nefelê Cejna Saruhan dibêje, "Li ku derê dibe bila bibe, em ê hunerê xwe bidomînin. Me xwest jinên di her warî de tine tên hesibandin, di huner de hebin. Em li hemberî feraseta 'Tu jin î, nikarî bikî' radibin û huner dikin. Em hewl didin jin bi reng û zimanê xwe huner bikin." 

Sarûhan anî ziman ku ew dixwazin zarok jî bi zimanê xwe yê zikmakî huner bikin: "Li bajêr navendên çandê hene. Lê zarok nikarin bi zimanê xwe huner bikin. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe huner bike. Huner û ziman ji hev nayên qutkirin. Zimanê me hebe, hunerê me jî heye.

Her wiha gelek zarok jî nikarin xwe bigihînin huner. Lewma me atolyeya zarokan vekir. Qeydên me didomin." 

Sarûhan dide zanîn ku li komeleyê atolyeyên wan ên baxleme, erbane û zarokan dest pê kirine û ew ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî atolyeyan ragihînin.  

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.