Nebûna mûçe jiyan tevizandiye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Adar 2024 - 00:47

Xelkê bajarê Silêmaniyê derbarê rewşa jiyanê û giranbûna nirxê pêdawîstiyên rojane de ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê bi navê Dijwar Tahîr wiha dest bi axaftina xwe kir: “Remezana îsal ji Remezanên borî gelek cudatir e, ji ber qeyrana aborî û nebûna mûçe bargiraniyek mezin li ser milên xelkê çêbûye. Bûye sedema kêmbûna bazarê ku xelk nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.”

Xidir Yasîn ku xwendevanek Zanîngeha Silêmaniyê ye derbarê heman mijarê de got:“Tevî qeyrana aborî li Herêma Kurdistanê heye ku bargiraniyek mezin ji bo xelkê çêkiriye, lê ji ber giringiya meha Remezanê, xelk bi berdewamî pêdiviyên xwe ji bo berbangê amade dikin.”

Dukandar Elî Derwêş Silêman jî destnîşan kir ku berovajî salên borî, xelk ji ber nebûna mûçe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ma ger mûçe nebe, wê çawa bikarin tiştan bikirin?”

Tevî qeyrana darayî, Herêma Kurdistanê û Bexda di mijara aborî de di nava pirsgirêkeke mezin de ne û heta niha ti çareseriyek nehatiye peydakirin. Ev mijar bûye amûreke siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Lê heta niha jî hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi pereyê ku ji Bexdayê hatiye şandin bi dahata navxweyî û bi pereyên hevpeymanan bê pirsgirêk mûçeyan dabeş bike, lê desthilatdar tenê li xwe difikirin û pişta xwe didin karmend û xelkê.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.