NÇM’ê bang li hunermend Rojda û Mistefa Bazîdî kir da ku beşdarî bernameya Holdînga Dosso Dossî nebin: “Em naxwazin ku ti hunermendê Kurd bibe amûra van polîtîkayên qirêj.”
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî bername ango mihrîcana Holdînga Dosso Dossî daxuyaniyek da. Dosso Dossî, Walîtiya Agiriyê û Şaredara Bazîdê Yildiz Acar a ji HDP’ê hatibû îxrackirin, li Bazîdê mihrîcaneke muzikê li dar dixin. Hunermend Rojda û Mistefa Bazîdî jî dê di mihrîcanê de cih bigirin. NÇM’ê nerazîbûn nîşanî hunermendan da.
Daxuyaniya NÇM’ê ya derbarê mihrîcana navbirî de wiha ye:
“Van demên dawiyê, bi pêşengiya ‘By Mr. Dosso Dossî’ mihrîcanên ku xizmeta polîtîkayên armanca wan tinekirina bîr û hişmendiya çand û dîroka Kurdan e tên lidarxistin. Gelek eşkere ye ku bi rêya van mihrîcanan, hewl didin ku çanda kurdî bikeve dorpêça komkujiyê. Mixabin, hinek hunermendên ku kurd in û hebûna xwe deyndarê gelê kurd ê têkoşer û leheng in, bûne maşikên van polîtîkayên qirêj. Bi vî awayî tê xestin ku çanda Kurdan bi destê hinek humernednên ku kurd in bê tinekirin. Em wek hunermendên Navenda Çand û Huner a Mezopotamyayê, ku ji salên 1990’î ve heta niha xeta berxwedêr a Gurbet Aydinan li nav gel belav kirine, naxwazin ku ti hunermendê kurd bibe amûra van polîtîkayên qirêj û bang dikin ku hunermendên bûne amûr jî dest ji vê yekê berdin û vegerin ser xeta azadîxwaz a gelê kurd.”
Piştî vê daxuyaniyê hunermend Rojda da zanîn ku ew ji bernameya festîvalê vekişiyaye.
NAVENDA NÛÇEYAN