- Aktîvîst û hunermendê Çînî Ai Weiwei, derbarê pêşangeha xwe ya dawî de ya li Cambridge de ji rojnameya The Guardian re axivî.
ARDÎN DÎREN
Aktîvîst û hunermendê Çînî Ai Weiwei, derbarê pêşangeha xwe ya dawî de ya li Cambridge de ji rojnameya The Guardian re axivî.
Pêşangeha Weiwei ya bi navê “Ai Weiwei: The Liberty of Doubt” li “Kettle’s Yard” ê 12’ê Sibatê hat vekirin û ew ê heta 19’ê Hezîranê li serdana xelkê vekirî be. Di pêşangehê de ji xeynî hin berhemên Weiwei hin entîkeyên Çînî yên ku wî sala 2020’an li Cambridge kirrîbûn jî tên nîşandan.
Weiwei ev demek dirêj e ku entîke û bermahiyên kevnar kom dike. Weiwei balê dibe ser rewşa entîkeyan û dibêje, hemû entîkeyên li pêşangehê sexte ne. Weiwei dibêje, ew her tim behsa tiştên sexte dike û ji ber vê yekê jî navê fîrmeya wî ya avahîsaziyê ya li Çînê jî “FAKE (sexte) Design” e. Weiwei wiha behsa berhemên sexte dike, “Ji ber ku ev berhem sexte bûn, min xwest ez şoveke resen derbarê vê yekê de çêkim. Ev 30 sal in ez entîkeyên Çînî kom dikim. Gelek ji wan berhemên ku di muzayedê de tên firotin, sexte ne. Paşê ez lê serwext bûm û hevalekî min jî ev yek piştrast kir. Heta, hevalê min wî kesê ku van berheman çêdike jî nas dike. Ji ber vê yekê, ji min re balkêş hat ku ez bi şoveke wiha, van berhemên sexte li pêşangehekê nîşanî xelkê bidim.”
Tu dayik nabêje ‘venegere’
Hunermend Weiwei di navbera salên 2011 û 2015’an de li Çînê di malê de hepskirî bû û ceza lê hatibû birrîn. Wî sala 2015’an welatê xwe bi cih hişt û careke din jî venegeriya welatê xwe. Weiwei dibêje, wî gelekî bêriya welatê xwe kiriye û dixwaze vegere û derbarê vê yekê de jî wiha diaxive: “Diya min bi qasî 90 salî ye. Lê her tim li min û ewlehiya min difikire û dibêje, ‘Nebî nebî tu vegerî welat’. Ez gotinên wê di cih de dibînim û wê ciddî dibînim. Tu dayik ji lawê xwe re nabêje, ‘venegere!’ Ji ber ku dema ez berê hatim girtin wê jî gelek tade dît û niha naxweze heman tişt bê serê min.”
‘Ez weke pisîkan im’
Weiwei girîngiyê bi lîstikvaniyê jî dide. Li gorî Weiwei jiyan hem ciddî û hem jî îronî ye. Di vî warî de jî hin taybetmendiyên xwe dişibîne pisîkan: “Lîstikvanî pirr girîng e. Ez jî weke pisîkekê me. Pisîk her tim tiştan meraq dikin. Dema hûn topeke ji kaxizan bavêjin ber pisîkan, dikarin roja xwe hemûyî bi wê topê re derbas bikin.”
‘Şîretan lê nakim’
Weiwei derbarê kurê xwe Ai Lao jî axivî û ji bo wî got, “Potansiyela wî ji min zêdetir e. Lawekî pirr afirîner e, lê dixwaze bibe hunermend naxwaze, ez nizanim. Ez li ser vê meselê şîretan lê nakim.”
Weiwei li ser pirsa “Hesta berxwedanê kêngî li cem te peyda bû?” jî, dibêje, “Di erdheja sala 2008’an a li Çînê de gelek xwendekar mirin.
Min da pey jiyana van xwendekaran lê hikûmeta Çînê sansur danî ser erdhejê û agahî hemû veşartin û bi kesî re parve nekirin.” Weiwei navê 5 hezar û 219 xwendekaran tevî dibistan û zanîngehan parçe parçe kom dike û weke berhemekê hazir dike. Weiwei gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Bi wextê re me ev parçe anîn gel hev û kom kirin. Wî wextî min xwe gelekî bê çare hîs kir. Dibe ku ez bikevim û ez dizanim rayedarên Çînî bi awayekî hêsan dikarin min ji holê rakin.”
Pêşangeha “Ai Weiwei: The Liberty of Doubt” li Camridge, li Kettle’s Yardê rojên Sêşem û Yekşeman ji saet 11.00´an heta 17:00´an li xelkê vekirî ye.