Nebe hevkarê pîlanên qirêj!

În 27 Îlon 2024 - 02:55

Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak têkildarî hevkariya hikûmeta Iraq, PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê axivî. Fîlîz Bûdak, da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê encama pêkanîna hevpeymana Bexda-Enqereyê ye û got:“Êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê tên pêkanîn encamê vê hevpeymana Bexda û Enqereyê ne. Di nava hefteyek de bi balafirên bê mirov û bi çek mal û bexçeyên gel hatin hedefgirtin. Li dijî van êrişan bêdengî û bêhelwestiyek mezin heye. Armanca bingehîn belavkirina Mexmûrê ye. Êrişan bi hinceta hebûna HPG-YJA Starê pêk tînin. Hevpeymana ku hatiye îmzekirin bi xeter e û zirarê dide têkiliyên gelê Kurd, Ereb. Tirkiye dixwaze pergala neteweya demokratîk a li Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin tune bike. Ya herî kirêt jî malbata Barzanî ye di nava vê pêvajoyê de cih digre. PDK bûye amûra dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê. Ev yek ji bo wan rûreşiyek e. Di kesayeta mala Barzanî de li Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke bi vî awayî ya ji derveyî exlaq tê jiyîn. Ji ber vê em vê yekê ji xiyanetê zêdetir weke dijminatî pênase dikin.”

Çare şerê gel ê şoreşgerî ye

Fîlîz Bûdak, bal bire ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a li dijî êrişên dewleta Tirk û got:“Di kesayeta gelê Kurd ê bi Rêber Apo re yekbûyî de, rojane berdel tên dayîn. Ev yek jî bi fikir û têkoşîna Rêber Apo hatiye qezenckirin. Hevpeymanên ku tên pêkanîn, sedsalên din bi xwe re xira dikin. Nabe ku hikûmeta Iraqê bibe hevkarê vê plana qirêj. Ger hikûmeta AKP-MHP’ê îro li Rojhilata Navîn bikaribe Tevgera Azadiyê lewaz bike, wê hikûmeta Iraq bi temamî têk biçe.” Fîlîz Bûdak, di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşîne kir û got:’’Banga me ew e ku hêz, gel û neteweyên li Rojhilata Navîn li dijî planên hikûmeta AKP-MHP’ê têbikoşin. Divê em weke jin û civakê bikevin ferqa vê yekê û bi têkoşîneke li ser esasê bîrdoziya rizgariya jin û gelan li hemberî van êrişan bisekinin. Pêwîst e têkoşîn û şerê gelê şoreşgerî bê xurtkirin û li dijî şerê taybet, şerê fizîkî û li dijî hemû pêkanînan li ber xwe bidin. Li hemberî van êrişan têkoşîn, wê me bibe serkeftinê.”

NÛJINHA/NÛPELDA DENÎZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.