Ne tijî dolab e lê tijî “ruh” e

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Mijdar 2022 - 00:36

Studioyên Ghibli yên li Japonyayê, bi filmên xwe yên karton navdar e. Filmên weke “Ruh jê bir”,  Ponyo, Cîranê min Totorro, Qesra dimeşe û gelekên din ji vê studioyê derketine. Li vê studioyê rih bi berhemên Hayao Miyazaki hatiye.

Studioyê niha li bajarê Nagakute parkek vekir ku tê de ne zêde dolabên mezin, trênên bilez û tiştên weke wan kêm in. Lê mekan û kêliyên ji van filmên nemir li parkê hene. Mirov dikare weke di filma “Ruh jê bir” li cem reşikekî şevê rûne. Yan jî li wê Psîk-Otobosa “Cîranê min Totorro” siwar bibe.

Herçî Miyazaki ye, ji sala 2017’an ve ew dibêje, ew ê teqawît bibe, lê niha li ser berhema bi navê “Hûn çawa dijîn” kar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.