Ne tenê Kerkûk arşîva wê jî çû

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 29 Çile 2021 - 03:04

Arşîva dewlemend a beşa Kurdî ya televîzyona Kerkûkê ya ku Rojnamevan Haşim Cebar ew diparast, hat desteserkirin. Tora Ragihandina Nûçeyan a Iraqê ev arşîv ji xwediyê wê û ji welatê wê qut kir û bire Bexdayê. 

Haşim Cebar pêşkêşvan û rojnamevanekî dêrîn ê Kurd e. Ew 32 salan di beşê Kurdî yê televîzyona Kerkûkê de xebitiye. Di nava 32 salan de wî hemû berhemên Kurdî yên hatin weşandin, li gel xwe arşiv kirîbûn. Haşim Cebar dibêje, arşîv ji bo medya Kurdî gencineyeke zengîn bû, lê Tora Ragihandina Nûçeyan a Iraqê ev gencîne jê standiye. Lê ev gencîne ne tenê ji wî hatiye standin, ew ji erdên Kerkûk û Kurdistanê jî hatiye qutkirin: Arşîv birine Bexdayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê guh nedayê

Haşim Cebarî ji sala 1986’an ve zêdetirî 30 salan di vê televîzyonê de kar kir. Piştî rûxîna rejîma Bees, wî arşîva beşa Kurdî ya vê televîzyonê li gel xwe parast. Her çiqasî daxwaz ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku arşîvê jê bigirin û weke arşîveke neteweyî biparêzin, lê ti kes bersiva daxwaza wî nade.

Berhemên ku Haşim Cebar li gel xwe parastin, hezar û 950 stran, 117 drama, film û rêzefilmên Kurdî yên reş û spî, li gel 14 dramayên Kurdî yên rengîn bûn.

Haşim Cebarî têkildarî desteserkirina vê arşîva ku ji bo wê kedeke mezin dabû, diyar kir ku wî ji bo parastinê li deriyê gelek kesan da , lê ti kesî bersiva wî nedaye. Herî dawî, Tora

Ragihandina Iraqê ev arşîv desteser kir. Êdî arşîv ji Kurdistanê hat standin û weke milkê ragihandina Iraqê tê hilanîn.

Arşîva beşê Kurdî ya televîzyona Kerkûkê di 21’ê Çile de veguhestin Bexdayê. Ji bo parastina wê ji aliyê rewşenbîr û aktîvîstan ve kampanya hatibû destpêkirin, lê ew kampanyaya sala 2019'an jî bêencam ma. 

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.