Paleontologên Çînê ragihand ku cûreyekî mirovan keşif kirine ku beriya 146 hezar salî sax bû. Zanyar jî dibêjin, ev vedîtin ne dîtina cûreyekî nû yê mirovan e. 

Paleontologên Çînî ragihandin ku qoqê serî yê beriya 90 salan hate dîtin, yê cûreyê 'mirovê Homo longî-ejdeha' ye.

'Mirovê ejdeha' yê ji serdema Pleîstosen Jeolojîk a Navîn beriya 146 hezar salî sax bû. Qîang Jî, têkildarî vê vedîtinê ji kovara The Innovation re nivîsî û got, 'Mirovê ejdeha ji mirovan bêhtir nêzî Neandertalan bû'.

Ev agahiya ku 'mirovê ejdeha' weke cûreyekî nû yê mirovan pênase dike, li nava zanyaran bûye cihê nîqaşê. Kovara Science ragihand ku li gorî testên DNA'yê yên li ser vî qoqê serî, dibe ku ev qoqê serî yê mirovê Denisova be.

90 sal berê hatibû dîtin 

Hestî beriya 90 salan li herêma Harbinê ya Çînê hat dîtin. Japonyayê hingê ew der  dagir kiribû. Wan li bajarê Songhuayê hingê pirek dida çêkirin. Dema ku leşkerên Japon kesekî Çînî li herêmê dida xebitandin, vî kesî dema ku bala leşkeran ne li ser wî bû, qoqekî serî dîtibû.

Karkerê Çînî qoqê serî xistibû nava paçekî û avêtibû nava bîrekê. Neviyên vî karkerî ew qoqê serî dîtibû û dabû zanyaran.

NAVENDA NÛÇEYAN