Ne mîtolojî lê rastî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Adar 2021 - 03:14

  • Tîmur Çelîk dibêje, ji bo "nêçîra Kurdan" ew weke esker şandine Wanê, lê li wir ew pê dihise ku Wan bajêrekî Kurdan e. Ew ji bo wêneyê xwe yê bi navê Helîkopter dibêje, ne mîtolojî lê rastî ye. 

MUHAMMED KAYA
BERLÎN

Li navçeya Wanê Şaxê, 11´ê Îlona par eskerên dewleta Tirk a dagirker, êşkence li Servet Turgut û Osman Şiban kiribû û ew ji helîkopterê avêtibûn xwarê. Servet Turgut di encama êşkence û avêtina ji helîkopterê de 30´ê Îlona par şehîd bû. Şêwekar Tîmur Çelîk meseleya ji helîkopterê avêtinê xêz kir. Ji bo bûyerê dibêje, "Ne mîtolojî ye lê rastî ye". 

Tîmur Çelik ji Gumuşhaneyê ye û ji beşê şêwekariyê yê Zanîngeha Marmarayê mezûn bûye. Wî beşek ji mala xwe ya li Berlînê veguherandiye atolyeyeke piçûk. Gava mirov dikeve hundirê atolyeya wî, mirov wêneyê ji helîkopterê avêtina Servet Turgut û Osman Şiban, portreyeke siyasetvana Kurd Gultan Kişanak, û wêneyê bi navê "Şahsim [Tinazê xwe bi serokkomarê Tirk Erdogan dike yê ku ji xwe re dibêje, Şexsê min]" xuya dikin.  

Ev ne taseduf e, çawa ku Tîmur Çelîk dibêje, "Min pêşî ´Şahsim´ bi vî dîwarî ve kir. Hingê min ´Helîkopter´ jî li ser tuwalê rengandinbû. Min ew jî li cemê daliqand, lê tiştek kêm bû. Piştre gava ku min wêneyê Gultan Kışanakê jî li wir daliqand temam bû, ez dikarim bibêjim bûyer bi temamî bû siyasî."

'Ez şandim nêçîra Kurdan'

Dewleta Tirk, Tîmûr Çelîk sala 1986’an bi eskeriya mecbûrî dişîne Wanê û li wir hîna nû ew hîn dibe ku Wan bajarekî Kurdan e: "Ya rastî, em şandibûn nêçîra Kurdan. Dewlet rengê mirov nebîne jî, gava mirov ji Derya Reş be yanî ji Trabzon, Rîze, Sînop, Gumuşhaneyê be, ji bo dewletê, mirov dikare van kesan bişîne nêçîra Kurdan. Yanî gava mirov eskerekî ji Derya Reş be, çi ji bo dema kurt û çi ji bo dema dirêj, ne xem e. Ew mirovî dişînin nêçîra Kurdan!"

Mana li Wanê ya 5 meh û nîvan jiyana wî diguherîne. Her kes bi Kurdî dipeyive. Dibîne ku memûr, esker û polês ne tê de yên mayî hemû Kurd in û dibêje, "Min rastiya xwerû dît. Li Wanê her kes Kurd e. Pirr kêfa min ji vê re dihat. Gava min aksana wan dibihîst, Kurdiya bapîrê min dihat bîra min. Ji bo min Kurdiyeke welê bû ku rehettir dihat fêmkirin."  Bi vî rengî jî ew bi Kurdbûna xwe dihisiya.