Nivîsa mîxî jî gava derket, ji bo hesabên besît ên bazirganiyê û inventarên dexl û dan hatibû bikaranîn. Paşê ji bo mîtolojiyê û seferên leşkerî. Niha jî em dizanin ku hevoka em pê dizanin a pêşî ya bi alfabeyekê hatiye nivîsandin jî elaqeya xwe bi melik û desthilatê nebûye. Ev hevok, li ser şeyekî ji bo paqijkirina porê ji rişk û spiyan hatiye nivîsandin. Ev şeyê ji diranê fîlan jî di goreke ji serdema bronzê ya li welatê Kenaniyan de hatiye dîtin. Jixwe, zimanê hevokê jî Kenanî ye. Û ev şê li gorî testa karbonê 3 hezar û 700 salî ye; yanî ji beriya mîladê hezar û 700 salan maye.
Cihê ku gor lê Laçîş e. Li nav erdên Îsraîla îro ye. Hevoka em behsa wê dikin jî tenê heft peyv in. Ne pesnê melikan û desthilatan dide, ne jî behsa ezameta seferên leşkerî dike. Hevok dibêje, “Xwedê bike ev şe spiyan ji por û rihê biqelîne”.
Ev alfabeya Kenanî ku fenîkiyan wê paşê ji bo bazirganiyê bi kar bianiya, çavkaniya alfabeyên Erebî, Latînî û Krîlî ye jî.
Nivîsên bi Kenanî yên bi vê alfabeyê nivîsandî yên kevintir jî hene; li ser dîzikan û li ser serê tîran peyvek carinan du peyvên nivîsandî hebûne. Lê ev hevoka li ser vî şeyî, hevoka yekem a tê zanîn a bi alfabeyekê nivîsandî ye.
Lê ew ne kîtabeyeke melikekî ye, tiştekî insanî ye. Mirov îro roj bi xwe jî dikare ji hal û ehwalê ev hevok dayî nivîsandin fêhm bike.
Xwedê bike ev şe spiyan ji por û rihê biqelîne
Nivîs beriya wê hatibû bipêşxistin. Sumeran bi kiteyan û nîşanên ji bo peyvan, nivîsa xwe bi pêş xistibû. Lê bi qasî ku heta îro em pê dizanin, alfabeya Kenaniyan, alfabeya herî kevin e mirovahiyê ye. Ev alfabe paşê bi rêya Fenîkeyiyan li dinyayê belav bû û bingehê alfabeyên Yewnan û Latînî û yên Erebî, Aramî jî pêk anîn.
Axir bi 17 herfan 7 peyvên ku dibêjin, “Xwedê bike ev şe spiyan ji por û rihê biqelîne” hevoka pêşî ya tê zanîn e ya ku bi alfabeyekê hatiye nivîsandin.
Ev şe şeyekî pirr piçûk bûye, berê wê tenê 3,5 santîmetre bûn û dirêjahiya wê jî 2,5 santîmetre. Kî dizane, belkî hingê jî eyb bû ku mirov li xwe mikur bên spiyan girtiye por û riha mirovî û ji ber wê ev şeyê piçûçik di berîkeke xwe de digerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN