• Eydê qîmetekî mezin bi şairtî û dengbêjiyê dide: "Ciwanên niha bi tenê bi telefonan li kilaman gûhdarî dikin. Çanda dengbêjiyê ne wekê berê ye."

ROJDA AYDIN/JINNEWS/ŞIRNEX


Eydê Ozkan 72 salî ye û ji zaroktiya xwe ve dengbêjiyê dike, û hest û ramanên xwe bi kilaman tîne ziman. Eydê dayika 10 zarokan e, li navçeya Şirnexê Elkê dimîne.
Eydê, wan demên bê televizyon bi bîr tîne û dibê, “Dema ez zarok bûm dayik û bavên min dengbêjî dikir, û min jî her tim li wan gûhdarî dikir. Dayik û bavên min di nava rojê de dixebitîn, dema dibû êvar jî civat kom dibû û dest bi gotina kilaman dikirin. Bi guhdarîkirinê ez fêr bûm. Dema dayika min stran gotin, min jî li wan vedigerand. Dayikên me her tim li ser êş, xweşî, mirin û şer kilam digotin. Dema diçûn dawetan jî ji bo bûkan kilam digotin. Dema diçûn ser kaniyê, dema hirî şûştinê û dema bêrîvantiyê her tim kilamên xwe digotin." 
Eydê dibêje, berê wan li her derê dengbêjî dikir û wiha dewam dike: “Malbata min û derdora min hemû dengbêj bûn. Min di 10 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û heta îro jî ez kilaman dibêjim. Berê gelek xweş bû û heft xwezî bi rojên berê. Zor û zehmet bû, lê belê gelekî xweş bû. Berê rojên me hemû di nav kêfxweşiyê de derbas dibûn. Lê belê êdî dema me ya îro ne wisa ye. Ti kes êdî ne wekê berê dengbêjiyê dike û ne jî xweşî heye."
 
Ne weke berê ye

Eydê qîmetekî mezin bi şairtî û dengbêjiyê dide: "Ciwanên niha bi tenê bi telefonan li kilaman gûhdarî dikin. Çanda dengbêjiyê ne wekê berê ye. Çanda dengbêjiyê ji bo me xwedî cihekî girîng e. Divê em xwedî li çanda xwe derkevin. Ji ber ku çand mirovan li ser lingan digire. Bila jin hemû xwedî çanda dengbêjiyê derkevin. Min dixwest ku wek berê bi kilaman neviyên xwe bi xew ve bibim. Bila jin dengê xwe bi dengbêjiyê bilind bikin."