Rêxistina hawirdorê ya bi navê “The Nature Conservancy” her sal ji bo bala xelkê bibe ser xweşikiya xwezayê û rewşa avûhewayê pêşbirka wêneyan li dar dixe. Ji 196 welatan bi hezaran wênegir beşdarî pêşbirka îsal, yanî ya 2022’yan bûn. Cara yekem e ku ewqas wênegir miracaet dikin da ku beşdarî pêşbirkê bibin.
Wêneyên ji pêşbirkê re hatin şandin ji hêla wênegir Ami Vitale û çêkerê bernameyên vîdeoyên youtubê yên bi navê “Brave Wilderness”, Coyote Peterson hatin nirxandin.
Wêneyê Li Ping yê wênegirê Çînî xelata herî mezin a îsal wergirt. Wî bi drona xwe ji hewa ve ev wêneyê xweşik li Tîbeta Çînê girtiye. Ji bo karibe vî wêneyê xwe bigire, wî şevek li vir bihurand û ber destî sibehê ev wêneyê bêhempa girt. Li kêleka rêyeke bêdeng, cihokên piştî lehiyê çêbûne, dişibin dareke mezin. Jixwe, kesekî bi meselê nizanibe, dê bawer neke ku ev cihokên lehiyê ne, ji ber ku ji cihokan bêhtir dişibe darekê!
TÎBET