NÇM dê ji bo salvegera xwe ya 32’yan bi dirûşma “Roja Azad, Hunerê Azad” konserekê li dar bixe.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê di salvegera 32´yan a damezirandina xwe de bi dirûşma “Roja Azad, Hunerê Azad” konserekê li dar bixe. Konser, dê 16’ê Kanûnê saet di 18.00’an de li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê bê lidarxistin.
Di konserê de li gel koroya NÇM’ê, her wiha hunermend Yalda Abbasî û Alî Dogan Gonultaş, û dengbêj Kazo jî dê derkevin ser dikê. NÇM’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bang li xelkê kir da ku tev li konserê bibin: “Zext û zordarî li ser civak û hunerî tê meşandin. Li hemberî vê rewşê, sekn û hunerekî şoreşgerî pêwîst e. Bi vî ruhî û di vê çarçoveyê de em ê di salvegera NÇM’ê de bi dirûşma ‘Roja Azad, Hunerê Azad’ konsera xwe li dar bixin. Em bang li gelê xwe hemûyî dikin da ku werin, em bi hev re dengê xwe ji bo azadiyê bilind bikin.”
STENBOL