‘Navnîşan’a asîmilasyonê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Gulan 2022 - 22:00

  • Filma “Navnîşan” serpêhatiya mamosteyekî Kurd dibêje. Film behsa salên 1980’yî dike. Ev mamoste li gundekî bi navê “Yeşilköy” hatiye wezîfedarkirin, lê çi tiştekî ecêb e, gundekî bi vî navî li ti derê tine ye!

ARDÎN DÎREN

Sûcên dewleta Tirk yên li hember zimanê Kurdî gelek in. Di vê meselê de tu dadgeh nikare dosyayên wan yên sûcan dadgeh bike û vê dozê bi dawî bike. Lewre dawiya dosyayên wan ên qirêj tine ye! Ji roja ku komara Tirkiye ava bûye heta îro, înkar û îmha her dewam dike. Weke ku îro jî navê cih û warên Kurdan diguherînin û navê Tirkî li wan dikin. Yanî doh çi be îro jî heman tişt e û di vî warî de tiştek neguheriye. Kevirê aşê asîmîlasyonê bi her awayî digere û dewlet bi hişmendiya berê dixwaze çanda Kurdî qir bike, ango bihêre. Ji bo karibe qira çanda Kurdî bîne jî qanûnan derdixe û li gorî van qanûnan bi awayekî fermî vê asîmîlasyonê pêk tîne. Ji Şark Islahat û Dadgehên Îstiklalê heta qanûnên Evren û Erdogan, gelek qanûn nexasim ji bo Kurdan derxistine da ku koka wan biqelînin. Ji lewma ev mijarên asîmîlasyonê girîng in û carê dibin babetên hunerî. Her wiha di vî warî de gelek babetên trajîkomîk jî qewimîne û ecêbên dinyayê hatine serê xelkê Kurd. Her serpêhatî bi serê xwe dikare bibe babeteke resen ji bo lewnên hunerî. Ji ber vê yekê, babetên derbarê asîmîlasyonê de îro dibin çavkaniyên wêje, sînema û helbesta Kurdî. 

Bi saya van berhemên hunerî em qirkirin û asîmilasyonê baştir dibînin û dinirxînin. Ev berhemên hunerî ji bo “bîra civakî” ya gelê Kurd girîng in. Nexasim nifşên nû hay ji van qanûn û meseleyan nînin û bi demê re ev zilma li dijî Kurdan û zimanê wan Kurdî, tên jibîrkirin. Ev berhem dikin ku mirov ji nû ve li dîrokê bikole û hin tiştan bîne bîra xwe. 

Film behsa salên 1980’an dike 

Filmê derhênerê Kurd Aram Dildar jî behsa yekê ji van ecêbên asîmîlasyonê dike. Wî bi filma xwe ya nû “Navnîşan”ê berê xwe daye meseleya guhertina navên gundên Kurdan û ev meseleya girîng kiriye film. Filma “Navnîşan” serpêhatiya mamosteyekî Kurd (Edîb) dibêje. Film behsa salên 1980’yî dike. Ev mamoste li gundekî bi navê “Yeşilköy” hatiye wezîfedarkirin, lê çi tiştekî ecêb e, gundekî bi vî navî li ti derê tine ye!

Mamosteyê belangaz dikeve riyan û li gundê “Yeşilköy” digere. Di vê rêwîtiyê de gelek tişt tên serê mamoste û em jî dibin şahidê gelek rastî û qewimînên li Kurdistanê. Aram Dildar bi riya karakterekî rewşa serdemekê raxistiye ber çavan. 

Ji bo navên Kurdî biguherînin sazî ava dikin

Dîmenên filmê di havîneke germ a Amedê de hatine girtin, erebeyeke markeya Renault Toros a sor di nav pirêzeyan da ha li vî alî û ha li wî alî digere. Li navekî ku hatiye nîşankirin digere, lê li holê ne gund û ne jî dibistan heye. Kesên ku mamoste di riyan de leqayî wan tê jî nizanin gundê “Yeşilköy” li kuderê ye û kes nikare alîkariya wî bike. Heta ew diçe saziyên dewletê jî û dixwaze li arşîvan binihêre bê ka di arşîvan de navê gundekî wiha heye yan na. Lê li wir jî nagihîje encamekê û pişta stûyê xwe dixwirîne vedigere malê. Ew bi serê xwe li gundên derûdorê hemûyan dipirse û dibêje, belkî ez gund bibînim lê nikare bibîne. Dema rojekê vedigere malê, bi şev rastî qereqolekê tê û leşker wî digirin. Li vir film qut dibe û dema perdeya reş ji nûve vedibe em mamoste li qehweyê dibînin. Em bi çavên mamoste şagirtên ku diçin dibistanê dibînin.

Bala mamoste diçe ser wan şagirtan. Di vê kêliyê de ji radyoyê dengekî wiha tê bihîstin; “Saziya guhertina navan ku ji sala 1983’yan ve navê 283 gundan guhert, ji hêla serokkomarê dewletê ve hate betalkirin. Sedema betalkirina vê saziyê wiha hat diyarkirin; êdî cihên nû yên ku navên wan werin guhertin nemane! Ji lewma saziya guhertina navan hatiye betalkirin.” 

Di dawiya film de surprîzek baş heye

Piştî vê sahneyê, mamoste di erebeya xwe ya sor de di riya malê de ye. Di ber mamoste de pîkabek derbas dibe ku lewheyên navên gundan tê de ne. Mamoste dibîne ku li ser lewheyekî navê “Yeşilköy” heye. Ew dixwaze bide pey pîkabê lê erebeya wî di nîvê rê de dimîne û pîkab ji ber çavên wî winda dibe. Ev sahneyên dawî yên film in. Dawiya film bi surprîzeke baş diqede. Ecêba herî mezin jî ji xwe di vê surprîzê de veşartiye. Hemû mesele di sahneya dawî de eşkere dibe. Piştî we temaşe kir şûnde hûnê jî vê surprîzê bibînin.

Di filmê de du hûrgiliyên girîng

Nexasim du hûrgiliyên filmê hene ku divê mirov wan bi bîr bîne û behsa wan bike. Yek jê dema mamoste li gund digere jê re dibêjin ku kesekî bi navê felankes heye ew dizane gund li kuderê ye. Lê dema mamoste diçe gund wî dibîne filan kes di ber sikratan de ye û nikare biaxive. Ya din jî li saziya dewletê pêk tê. Karmendê ku li arşîvê dinihêre jî Kurd e, dema midûr tine ye direqîne Kurdî û bi Kurdî dixive, lê dema dibîne midûr dikeve odeya arşîvê bi carekê dev ji Kurdî berdide û dest bi axavtina Tirkî dike. Hûrgiliya pêşî ji me re dibêje, nifşê ku “hafizaya” me bû di ber sikratan de ye, û nifşê nû jî ji ber tirsa dewletê nikare bi zimanê xwe biaxive. Van hurgiliyan bala min kişand ser xwe. Her wiha bi giştî psîkolojiya karekterê Edîb ya ku di nav lêgerîna gund de gêj bûye jî hîsa kurtefilmekî çê bi mirovî re çêdike.  

Xwe ji bo ‘bîr’a Kurdan diêşîne

Aram Dildar weke derhênerekî, bêhtir bi kurtefilmên xwe tê naskirin û li gorî filmên wî yên berê, her ku diçe sînemaya wî kamiltir dibe. Bi her kurtefilmekê re qûçên xwe yên sînemayê bilindtir dike. Lêgerîneke wî heye û dixwaze bi çavekî çê li van meseleyan binihêre. Xwe ji bo “bîr”a Kurdan a ku ji hêla serdestan ve hatiye xitimandin, diêşîne û dixwaze vê mijarê bide fêhmkirin. Bi karakter, atmosfer û cih û warê ku hilbijartiye vê rewşa sosret a mamoste Edîb bi awayekî serketî vedibêje. Wî senaryoya filma “Navnîşan” jî ber çîroka Kenan Demir ya bi heman navî girtiye. Ev yek jî nîşan dide ku sînemaya Kurdî ji çîrokên Kurdî sûdê werdigire û dike çavkaniya senaryoyên xwe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.