Navenda Kadizê wiha ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 8 Hezîran 2021 - 05:57

Gava em berê xwe bidin navenda galaksiya xwe Rêya Kadizê, em rohniyê, rengên rohniyê û gelek stêrkan dibînin. Lê esas, em wê kêm nas dikin. Ji bo em bêhtir nas bikin, divê çavdêriyeke bi rêkûpêk bê kirin. Ev wêne, encama hewldaneke çavdêriyeke berfireh e. Ji bo ev wêne bê çêkirin, daneyên ji 400 çavdêriyên stêrkan hatine berhevkirin. 

Bi teleskopên herî zelal dibînin ên radyo û yên tîrêjên X-Ray ji bo vî karî xebitîne. Ev kolaja tevlîhev, navenda Rêya Kadiz nîşan dide. Kolaja kunên reş, stêrkên diteqin, meydanên magnetîk û peqpeqonkên gazê yên îro jî nikarin bên ravekirin…

NASA´yê ev wêne parve kiriye. Di vê kolajê de teşeyekî bi rengê xemrî yê gazê heye û qederê 20 salên rohniyê fereh e. Zanyar nizanin çi bûye sedema vî teşeyê dêwane, lê difikirin ku yek teqîna tenê ew derxistiye holê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.