Navenda êrişên Mûsil e

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:33

  • Tê gotin, ev hêzên ku êrişî Şengalê dikin jî zêdetir hêzên di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ne û êrişên dawî di xizmeta van hêzan de ne.

Êrişên dawî yên li ser Şengalê her çiqas bi destê artêşa Iraqê were kirin jî li pişt van êrişan dewleta Tirk û PDK hene. Bi taybetî berpirsên artêşa Iraqê yên li Mûsil û Şengalê di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ne û erişên li ser Şengalê ji Mûsilê têne birêvebirin.

Li Şengalê piştî lêkirina dîwar a li ser sînor, ev 2 roj in liv û tevgereke berfireh a artêşa Iraqê heye. Ya balkêş ew e ku ev tevgera artêşê û hewldanên leşkerî bi êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastina Medyayê ya bi hevkariya PDK’ê, hemwext destpê kir. Ji ber vê jî ev hewldana dawî ya artêşa Iraqê di çarçoveya pîlana dewleta Tirk û PDK’ê de tê nirxandin.

Wekî tê zanîn, di şeva 17’ê Nîsanê de artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê li Avaşîn, Metîna û Zê dest bi êrişa dagirkirinê kir. Di heman wextî de dewleta tirk di serî de Zirgan û Til Temir, dest bi êrişa Rojavayê Kurdistanê kir. Hemwextê van êrişan artêşa Iraqê jî ji pêr ve hêzeke mezin gihandiye Şengalê û hewl dide nuqteyên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê dorpêç bike û dest deyne ser van nuqteyan. Di encama van hewldanên artêşê de ji pê bi şev ve destpêkê li Dîgurê, pişt re jî li Geliyê Şilo, gundê Sikêniyê û di navbera Girzerik û Tilezêr de car caran şer diqewime.  Ev şer carinan bisekine jî bi giştî rewşa aloz berdewam e.

Parçeyekî konsepta şer a dewleta Tirk e

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê van êrişan de daxuyaniyek belav kir û agahiyên dawî bi raya giştî re parve kirin. Wekî di vê daxuyaniyê de jî hatiye destnîşankirin, ev êrişên dawî yên artêşa Iraqê, wekî parçeyekî konsepta şer a dewleta Tirk û PDK’ê tê nirxandin. Her wiha wekî dewama Peymana 9’ê Cotmehê ye ku bi hevkariya dewleta Tirk, PDK û hikumeta Kazimî hatibû mohrkirin.

Bê hikûmet kî biryara êrişan dide?

Yek ji mijarên girîng jî ew e ku li Iraqê krîza siyasî û civakî her ku diçe kûr dibe, ev 7 meh in ku hikûmet nehatiye avakirin lê çawa dibe ku artêşa Iraqê bi pîlaneke berfireh berê xwe dide Şengalê, kê ev biryar girtine û xistine meriyetê, niha li Şengalê ev pirs têne kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cûda, bi taybetî di demên dawî de ji biryarên navendî zêdetir, bi taybetî îdareya Mûsilê û berpirsên artêşê yên li Şengal û Mûsilê plansaziya êrişên li dijî Şengalê bi pêş dixin û pêşengiya êrişan dikin. Bi taybetî Fermandariya Operasyonê Mûsilê û Fermandarê Firqaya Şengalê di van êrişan de bi roleke çalak radibin.

Mûsil weke parêzgeha dewleta Tirk e

Wek tê zanîn bi taybetî dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di van salên dawiyê de li herêma Mûsilê hem ji aliyê leşkerî, hem ji aliyê istixbaratî ve bandora xwe xurt kiriye. Ji ber vê rastiyê, êrişên di demên dawî de yên li dijî Şengalê, bi giranî ji navenda Mûsilê ve tên birêvebirin.

Tê gotin, ev hêzên ku êrişî Şengalê dikin jî zêdetir hêzên di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de ne û êrişên dawî di xizmeta van hêzan de ne.

 

Beriya Çarşema Serê Nîsanê

Gelê Şengalê van êrişan her wiha li hemberî bîr û baweriya Êzdiyatiyê dibîne. Ji ber ku di salên dawî de dewleta Tirk pirraniya êrişên xwe di rojên pîroz ên Êzîdiyan de pêk anîn. Ev êrişa dawî ya bi destê artêşa Iraqê jî beriya cejna Çarşema Serê Nîsanê hate destpêkirin. Çarşema Serê Nîsanê di nav Êzîdiyan de cejna herî pîroz û giranbuha ye. Ji ber vê yekê, gelê Şengalê êrişên dawî wekî êrişên li ser bîr, bawerî û nasnameya xwe dibîne û li ber van êrişan radibe.

* Ev analîz weke nivîsa edîtoriyê, di Rojnewsê de hatiye weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.