NATO’yê nekarî belgeyên xwe nede dizîn

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:09

  • Derket holê ku di êrişeke sîber de belgeyên nepen ên ku NATO’yê ji Portekîzê re şandine, hatine dizîn.

Derket holê ku di êrişeke sîber de belgeyên nepen ên ku NATO’yê ji Portekîzê re şandine, hatine dizîn.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Diaor de Noticiasê di êrişeke sîber de bi sedan belgeyên nepen ên NATO’yê li ser Darkwebê hatine firotin.

Hate diyarkirin ku hedefa êrişê Wezareta Parastinê ya Portekîzê û servîsa îstîxbarata leşkerî ye.

Li gorî nûçeyê ev bûyer ji aliyê îstîxbarata Emerîkayê ve hatiye tespîtkirin û di Tebaxa bihurî de rayedarên Portekîzê agahdar kirine.

Buroya Serokwezîriyê ya Portekîzê xwe kerr kir, dizîna belgeyan ne na û ne jî erê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.