NASA'yê eşkere kir bi armanca lêkolînê ew ê sala 2028 û sala 2030'î xebatan li Venûsê ji nû ve bidin destpêkirin. Yanî li pêşiya wê du mîsyonên cihê yên ji bo gerstêrka Venûsê hene.

NASA'yê bi dehan sal in ku xebateke wiha nekiribû. Di hedefê de lêkolîna atmosfera Venûsê, lêkolîna dîroka wê ya jeolojîk hene.

NASA'yê ragihand ji bo ku ev misyon werin geşkirin, ew ê budceyeke 500 milyon dolarî veqetînin.

HOUSTON