Nabe êdî CPT bêdeng bimîne

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 02:55

  • Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Li Îmraliyê em li nuqteya dawî ne, ji vê xerabtir nabe' û destnîşan kir ku CPT divê êdî xala 10/2 a prosedura xwe li hemberî Tirkiyeyê bi cih bîne.

SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ku beşdarî konferanseke li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bû ev mijar ji ANF'ê re nirxand. Îbrahîm Bîlmez destpêkê qala şert û mercên girtîgeha Îmraliyê kir û got:"Girtîgeha Îmraliyê di statuya Tîpa F a Wezareta Edaletê de ye, ku statuya tîpa F jî li girtîgehan nayê qebûlkirin. Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê ji şert û mercên girtîgehên tîpa F qat bi qat girantir e.

Rewşa li Îmraliyê hîn bêhtir xerab e. Nêzî 40 meh in em nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan werbigirin. Ji 25'ê Adara 2021'ê dema axaftina bi telefonê ya duyemîn û vir ve em nikarin agahiyê ji Birêz Ocalan werbigirin. Ev axaftina ku bi birayê xwe re kir nîvco mabû û Birêz Ocalan ji birayê xwe re gotibû 'Ez dixwazim Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne. Dixwazim tavilê parêzerên xwe bibînim'. Ji wê rojê ve em nikarin agahiyê jê werbigirin. Bersiv ji serlêdanan re nayê dayin. Li ser vê yekê em li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê îtirazê dikin, dema ku ew jî tê redkirin em serî li Dadgeha Cezayê Giran didin. Li wir jî dema tê redkirin em serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin.

Demeke dirêj em li bendê man ku Dadgeha Destûr Bingehîn bikeve nava liv û tevgerê. Mixabin li wir jî biryareke erênî nayê dayin." Parêzer Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku di sala 2012'an de 5 muwekîlên wan ên di li Îmraliyê hatin bicihkirin û got:"Ev pênc kes ji bo rakirina tecrîdê li Îmraliyê hatin bicihkirin. Lê belê her pênc kes jî mîna Birêz Ocalan hatin tecrîdkirin. Ji tîpa F anîn Îmraliyê lê belê mafên wan ên li girtîgehên tîpa F jî nehiştin bi kar bînin. Yên ku çûnê Îmraliyê nekarîne parêzerên xwe bibînin. Nikarin malbata xwe bibînin, nikarin sûdê ji mafê xwe yê axaftina bi telefonê werbigire. Ew jî ketine nava tecrîda li Îmraliyê. Me ev rewş weke îzolasyona komî pênase kir. Ji bo wan jî me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Ev yek serlêdanek bû ku em jê re tecrîda komî dibêjin. DMME ji sala 2012'an û vir ve di vê mijarê de biryarekê nade. 12 sal derbas bûn, mixabin saziyek mîna DMME'yê hîn ê biryar nedaye. Bi dîtina me ev helwesta DMME'yê polîtîk e.

Em li derveyî pêvajoyê hatin hiştin

Mirov meraq dikin bê çawa tecrîdeke bi vî rengî, bêhiqûqiyeke bi vî rengî dikare pêk were. Bi vî rengî dikin; ji bo astengkirina hevdîtina malbatê cezayên dîsîplînê bi kar tînin. Her sê mehan carekê Desteya Çavdêriya Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî otomatîk cezayê dîsîplînê li Birêz Ocalan û sê muwekîlên me yên li wê derê dibire. Sê mehan hevdîtina bi malbatê re qedexe dikin. Û sedema qedexeyê jî eşkere nakin. Weke parêzer em bi temamî li derveyî mekanîzmaya dadgeriyê têne hiştin."

Têkildarî CPT jî Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku helwesta CPT tevkariyê li rakirina tecrîda li Îmraliyê nake û got:"Ji dema ku Birêz Ocalan bi komployekê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin û li Îmraliyê ev sîstem hate avakirin û vir ve CPT vê sîstemê kontrol dike. Heta niha 9 caran serdana Îmraliyê kir, rapora 8 serdanan eşkere kir, di hemû raporan de jî Tirkiye rexne kir. Diyar kir ku şert û mercên li Îmraliyê ne yên qebûlkirinê ne, îzolasyoneke gelekî giran heye. Di rapora dawî de jî gotina incommunicado bi kar anî. Rewşa agahî wernegirtinê ku ev yek dişibe rewşeke windakirinê. Îro em li nuqteya herî nebaş in. 40 meh in nikarin agahiyê werbigirin. Bersiv ji nameyên me re nayê dayin. Em tenê texmîn dikin ku muwekîlên me li Îmraliyê ne. Weke parêzer em nikarin vê piştrast jî bikin. 

CPT dikare daxuyaniyê bide

Lewma li holê rewşeke bi vî rengî heye û eger CPT di avakirina vê sîstemê de hebe hingî mirov nikare bibêje ku berpirsyariya CPT nîne. Berpirsyariya CPT heye. Eger Tirkiye destûrê nade ku ev rapor bê eşkerekirin, divê êdî CPT xala 10/2 a prosedura xwe bi cih bîne, dema vê yekê hatiye. Di çarçoveya vê xalê de, têkildarî welatê ku destûra eşkerekirina raporê nade, yan jî têkildarî welatên ku pêşniyarên CPT salên dûr û dirêj bi cih neyne, CPT dikare daxuyaniyekê bide. Daxuyaniyekê dide raya giştî ya navneteweyî û radigihîne ku ew welat li gorî hiqûqa welatê xwe, li gorî Peymana Ewropayê tevnagere. Ti welatekî ku di destûra wê ya bingehîn de dewleta hiqûqê tê nivîsandin naxwaze bi daxuyaniyeke bi vî rengî re rû bi rû bimîne. Lê belê Tirkiye hêdî hêdî ber bi vê nuqteyê ve diçe. Li gorî me divê êdî CPT vê daxuyaniyê bide. Dema vê hatiye, ji ber ku rewş ji vê xerabtir nabe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.