Muzîka li pişt sînoran

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Gulan 2023 - 02:33

Music Beyond Borders yan jî Muzîka li pişt sînoran, kurtefilmek e ku bi derhêneriya wê Ekrem Yildiz kiriye. Minority Rights Group Internationalê (Koma Mafên Hindikahiyan ya Navneteweyî) ev filmê hanê li ser hesabê xwe yê Youtube û li ser malpera xwe weşand. Her kes dikare lê temaşe bike. 

Film behsa qedexeyên Kurdî ji destpêka salên 1980’yî ve dike. Çîroka wan gundên li her du aliyên sînorê di navbera Sûrî û Tirkiyê de ne çîrokeke xerîb e. Gelek mirovan li Nisêbînê, li ser banan guh dida deng û bisqa hunermendên li Qamişloyê li dawetan lê dixistin û stran digotin. 

Ev film jî behsa daweteke li gundekî Nisêbînê dike. Ji ber ku muzîka Kurdî qedexe ye, kes ne muzîkê dike û ne jî direqise di dawetê de. Lê muzîk li têlên sînor nasekine. Axir hûn lê temaşe bikin, lewma film têkiliyê bi zextên roja îro re jî datîne.

Senaryoya vî filmê Murat Bayram nivîsandiye û film bi giştî 8 deqîqe û nîvan dewam dike. Ji bo temaşekirinê lînk li jêr e:

https://youtu.be/_ebLTzyZfrs

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.