Li ser peravên Nîlê tevneke dîwarên ji kevir a nêzî hezar kîlometreyan dirêj heye. Ev sîstema hanê, esas weke sîstemeke birêveberiya avê ya kevnar e. Li gorî lêkolînên nû, ev dîwarên hanê 3 hezar salan hatine avakirin û “weke avahiyên kontrolkirina lehiyê û herika avê hatine bikaranîn.”
Ji van dîwaran re “Pêlşikên” dibêjin; ev dîwar ji cihê destpêkê yê şek (herika avê ya bi şid) ê Nîlê yê li Misra îro dest pê dike û heta bi şeka çaran a li Sûdana îro diçe.
Arkeologan hem dîmenên satelîtan bi kar anîn, hem bi xelkê deverê re peyivîn û hem jî kolanên arkeolojîk kirin da ku bigihîjin van encaman. Li gorî gotara 27 Gulanê di kovara Geoarcheologyê de hat weşandin, bêhtirî hezar û 200 dîwarên pêlşikên li ser Nîlê hatine lêkirin.
Ev pêlşikên demeke dirêj hatine avakirin, hin ji wan beriya bi 3 hezar salan hatine avakirin û hin jiwan jî di salên 1970´yî de ji aliyê xelkê deverê ve hatine avakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN