- Tarkovsky wiha behsa vê sehneyê dike: Keçikeke piçûk xwe li erdê digindirîne, çend caran vî tiştî dubare dike. Em baş tê dernaxin bê ka ew dixwaze çi bike, lê heger em li encamê binihêrin em ê bibin şahidê heqîqetê. Aha, jîrbûna Bresson di vir de veşartî ye, ev sahne di sînemayê de qet nehatiye ceribandin û sehneyeke bêhempa ye.
ARDÎN DÎREN
Derhenêrê Rûs, Tarkovsky ji bo filma Mouchette dibêje, "Ew dîmenê dawî yê filma Mouchette, lûtkeya herî jor a sînemayê ye."
Mouchette, yek ji filmên derhênerê Fransî Robert Bresson e. Serpêhatiya keçeke xama vedibêje, keçeke ku di nav jiyanê de asê bûye û ruhê wê tengijiye! Bresson di sînemayê de bi dîmenên xwe yên saf tê naskirin. Yanî ev safbûn bi her awayî ye; model, babet, dekor, mekan û mijarên wî giş sade ne. Nexasim jî filmên wî yên reş û spî vê sadebûna wî hinekî din kûrtir dike. Zimanekî hêsan yê sînemayê bikartîne lê ev ziman xwedî bingehek fîlozofîk û kûr e. Ew rehên heqîqetê dikole bi dîmen û filmên xwe. Derdê wî ji rastiyê bêhtir heqîqet e. Ew li pey heqîqetê ye. Mirov dikare bibêje ku ew weke derhênerekî fîlozof tevdigere û bi modelên xwe serpêhatiyên mirovan rave dike. Bresson ji peyva lîstikvan hez nake, ew li dewsa lîstikvan peyva model bi kar tîne.
Serpêhatiya keçeke xama
Sînemaya wî ti caran xwe nasipêre gotinên mezin. Ew sînemavanekî dilnizm û dilpak e. Sînematografiya wî ya xwerû û resen serpêhatiyên tîne ziman, bi nirxtir dike. Bi dilekî safî xwe ber dide nav dilê sînematografiyê û ji wir dîmenên bi hizir pêşkeşî me dike. Yanî hest û hizrên bi temaşevan re ava dike hîseke xerîb e, mirov hin tişt dîbîne û jidil hîs dike lê mirov nikare zû bi zû pênase bike. Ji xwe wisa xuyaye ew jî dixwaze vê hestê ava bike bi temaşevanan re. Tiştê ku filmên wî bi qedir dike jî ev hêla wî ye. Mirov dizane dilsoz e û me naxapîne! Filmê Mouchette jî bi van hestan hatiye honandin. Bresson, serpêhatiya keçeke xama radixe ber çavê mirovahiyê.
Rehetî jê re tine ye
Di film de gelek tişt hene mirov dikare şîrove bike lê ji bo were meraqkirin ez ê zêde behsa film nekim. Yên bixwazin ji xwe dê temaşe bikin. Tenê dixwazim behsa wê sehneya dawî bikim, ya ku Tarkovsky jî îşaret pê dike. Mouchet, li navçeyekê dijî û ew navçe jî dişibe gundan. Keçeke 14 salî ye. Ne li dibistanê û ne jî li malê rehetî heye jê re. Li dibistanê, hevalên wê û li malê jî ji bavê wê yê araqxur tadê lê dikin. Diya wê ya nexweş jî di ber zikratan de ye. Yanî barê malbatê jî hema bêje giş li ser milê wê ye û ev berpirsyarî jê re zêde tên. Lê ew di nav vê jiyana zehmet de jî dîsa dixwaze li ber xwe bide û bijî. Lê piştî demekê, êdî taqet di canê wê de namîne.
Di nav kevanekekê de asê ye
Mouchette, kaça ku jiyana wê dilê me diêşîne. Keça ku jiyana wê di nava kevanekê de asê maye û dipirpite li wir û nikare ji nav vê kevaneke kambax derbikeve. Hilnayê û naherike. Di xerîteya êşê de navnîşaneke jibîrbûyî ye navê Mouchette. Tiştên ew hîs dike û tên serê wê, kes nabîne.
Haya kesî jê tine, kes naxwaze vê azara ew dikişîne bibîne, û bibe derman jê re. Hebûn tişteki bi êş e ji bo wê. Mirov nizane dilê wê dê li ku lîs were. Diyar e ji xwe re li cihekî, li starekê digere lê ka ew star? Destên dinyayê giş şikestine di vê filmê de û kes nayê bi hewara vê keçikê ve.
Di bin barê jiyanê de westiyayî ye
Mouchette, keçika li kêlêka vê dinyaya kambax, a ku di jiyanê de asê maye! A ku hatiye jibîrkirin di nav terkên jiyanê de. Keçika êşên wê ji temenê wê mezintir. Keçika di bin barê jiyanê de westiyayî. Di dawiya filmê de Mouchet êdî diweste ji ber vê rewşê û dixwaze xwe bikuje. Weke ku ji temaşevanan re bibibêje, "Mirin xweştir e ji vî halî!.." Destê dirêjî me dike li hewa dimîne. Ev dinyaya kambax û yên derdora wê, dilê wê nahebînin ango wê hîs nakin.
Hêviya wê nemaye
Di dawiya filmê de gava mirov baş li Mouchette dinihêre weke ku ji xwe re dilîze tê xuyanê lê ew dixwaze xwe bikuje û vê dinyayê terk bike.
Dixwaze xwe noqî bin avê bike û di çem de bixeniqe. Êdî hêviya wê nemaye. Tarkovsky wiha behsa vê sehneyê dike, “Keçikeke piçûk xwe li erdê digindirîne, çend caran vî tiştî dubare dike. Em baş tê dernaxin bê ka ew dixwaze çi bike, lê heger em li encamê binihêrin em ê bibin şahidê heqîqetê. Aha, jîrbûna Bresson di vir de veşartî ye, ev sahne di sînemayê de qet nehatiye ceribandin û sehneyeke bêhempa ye.”
Hin caran wext naherike
Bi kurtasî sînemaya Bresson ne ya aqil e, lê mirov dikare bibêje ya dil e. Divê mirov lê bihizire beriya ku bi aqil tevbigere. Ev sehneya dawî jî sehneyek bi vî awayî ye jidil jî sahneyeke balkêş e di dîroka sînemayê de. Her çend Heraklîtos gotibe, “Her tişt diherike” jî hin caran wext naherike û tiştek naguhere. Li hin devaran ji bo hin kesan wext diqerise. Weke wextê, hêvî jî diqerisin. Hin Caran di çemekî de du car, sê car em xwe dişon. Heta hinek caran pirr kes xwe di wî çemî de dixeniqînin..! Ango mecbûr dimînin ku xwe bifetisînin. Mouchette, yek ji wan kesan e mixabin.
Mouchette kirasê mirinê li xwe pêça û çû.
Mouchette, keça xama ya dil bi keser çima çû, ew ji çi reviya?
Em hinek biponijin û bifikirin li ser vê yekê
Ax
Keçikê, dilê dinyayê çima wisa hişk e lê!