Bi dirûşma “Bi çanda Hîlala Zêrîn û bi hunerê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê ve hatin destpêkirin.
Çalakî li parka Helebce ya li taxa Kornîş li Qamişloyê bi tevlibûna bi dehan kesan hat lidarxistin. Cihê çalakiyê bi alavên çandî û folklorî hate xemilandin.
Di çalakiyê de wê komên muzîkê stranên gelêrî gotin. Ev çalakî wê bi temamî 10 rojan dewam bike. Têkildarî armancên çalakiyê Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê Fewaza Mihemed axivî û behsa bernameyên çandî kir.
Fewaza Mihemed diyar kir ku armanca wan a bi van çalakiyan ew e ku xelkê herêmê her di nav zindîkirina çanda xwe de be: “Me li bajarên Herêma Cizîrê hemûyan dest bi van çalakiyên çandî û hunerî kiriye. Em hewl didin bi van çalakiyan moralê gelê xwe bilind bikin û hinekî barê şer û êrişan ji ser milên wan hilînin. Ya din jî em dixwazin gelê me her di nava zindîkirina çandê de be û çanda me ya ketî ber destdirêjiyê, em vegerînin ser koka wê ya rast. Em van erkên pîroz didin ser milên xwe û bi coşeke mezin derbasî nava civakê dibin. Di vê hefteya hunerî de, wê çalakiyên hunerî werin lidarxistin, komên ku beşdar jî bibin wê berhemên xwe yên çandî û hunerî ji civakê re pêşkêş bikin.”
Pêwîst e ev çalakî her hebin
Dalya Elî ji bajarê Qamişlo beşdarî şahiya çalakiyê bûye, kêfxweşiya xwe der barê vê yekê de anî ziman û got, “Em pirr kêfxweş in ku îro çand û hunerê me van çalakiyan li dar dixe. Ji bo çand, ziman û nasnameya me neyê windakirin, pêwîst e her ev çalakî bên birêxistinkirin.”
JINHA/QAMIŞLO