Mirovan çem û gol herimandin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 20 Sibat 2021 - 02:55

Mirovan di meseleya pirrengiiya biyolojîk de tesîr li bêhtirî nîvê çemên dinyayê kiriye. Di bêhtirî ji sedî 53´yê çemên dinyayê de li gorî lêkoleran ji ber tesîra mirovan pirrenigiya biyolojîk guheriye. Ev jî di nava sed û pêncî salan de qewimiye yanî ji şoreşa pîşesaziyê û vir ve.

Çem û golên dinyayê ku tenê ji sedî 1´ê sererda dinyayê pêk tînin, ji bo çaryeka tevahiya cureyên bi movik ên dinyayê hêlîn û mal in.

Lê mirovan bi zêdegirtina masiyan, avakirina bendavan û lewitandina ava çem û golan tesîreke pirr mezin li sîstema ekolojîk a avên neşor a dinyayê kiriye. Êdî pirrengiya biyolojîk li % 53´yê van çem û golan guheriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.