Mirov û elok beriya kolonyalîstan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Çile 2023 - 05:54

  • Peywendiya mirovan a bi elokan re li nav miletên xwecihî yên Emerîkayê heta bi hezarên salan beriya îro diçe. Lê teşeyê îro yê xwarina goştê elokan destwerdaneke dewletî ya DYE´yê û hegemoniya wê ya çandî ye.    

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

 

Em îro eleokan ji heywanên navmalê bihesibînin jî, ew esas ji Emerîkayê hatine anîn. Û gelek miletên xwecihî yên ku li nav erdên ku îro li ser Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hatine damezrandin, nexasim li başûrrojavayê vê cografyayê, xwedî têkiliyeke çandî ya pirralî bûn bi elokan re. Wan ji purt, hêk, goştên wan û heta bi hestûyên wan ji gelek tiştên wan ên din jî sûd werdigirt.   

Heta ne dûrî niha, beriya qederê 30 salekê, xelkê li gelek deverên Kurdistanê sersal pîroz dikir. Esas xwarina sersalê, ji goştê dermale bû, lê ber bi dawiyê ve xelkê êdî elok jî ji bo şîva sersalê jî serjêkirin. Ev adeta hanê ji cejneke din a Emerîkiyan dihat; yanî tesîreke çanda hegemonîk a DYE´yê li seranserê dinyayê bûbû û elok bi komî dihatin serjêkirin. Ev cejna hanê jî çi qasî weke ku koka xwe ji wê hizra parvekirina di navbera kolonyalîstên Ewrûpî û xwecihên Emerîkî de girtibe were nîşandan jî, bi biryara serokdewletê DYE´yê yê dema Şerê Navxweyî Abraham Lincoln sala 1863´yan weke betlane hatiye ragihandin. Herçî peywendiya bi goştê elokan e, ew jî xwe disipêre edîtora kovara Godey’s Lady’s Book -kovareke hingê pirr bi tesîr e-  Sarah Josepha Hale. Ew bi dehan salan li ber Lincoln geriyabû da ku Cejna Şikranê -esas cejneke Xiristiyanî ye- bike betlaneyeke neteweyî. Vê kovarê û edîtora wê demeke dirêj ev cejn û goştê elokan bi hev ve elaqedar dikirin û di dawiyê de jî bi ser ketin. Lê dîroka elokan û peywendiya wan a mirovan re li Emerîkayê, ji vê û gelekî wê de diçe.

 

Rabihuriya hezarê salan

Xwecihên bakurê Emerîkayê, gelekî beriya hatina kolonyalîstên ji Ewrûpayê, bi hezarê salan xwedî peywendiyeke heyatî bûn bi elokan re. Yên ku li gorî adetên dijîn, îro jî xwediyê heman peywendiyan in bi wan re. 

Li başûrrojavayê DYE û bakurrojavayê Meksîkayê, li erdekî fereh ê ku lê deh, diwanzdehek neteweyên eşîrî yên xwecihê hebûn, em gelek delîlan dibînin ku nîşanî me didin, van neteweyan ji muzîkê, heta bi çêkirina caw, ji xwarinê heta bi çêkirina stargehan ji elokan sûd wergirtiye.

 

Betaniyên ji purtikên elokan

Ji van miletan, miletên kevnar ên xwecihî ji purtikên elokan weke nimûne, lihêf û betaniyên germ li çola lê bûn, çêkirine. Li vê devera çol betaniyên germ ji vî miletî re hewce bûn, ji ber guherîna sermê û germê ya şev û rojî ya seranserê salê.

Lêkolîneke li ser betaniyeke welê ya ji Utahê ya ji sala 1200´î maye, nîşan dide ku ji bo vê betaniyê 11550 purtikên elokan hatine bikaranîn; yanî teqrîben purtikên 10 elokan ji bo betaniyekê hatine bikaranîn. 

Em îro bi esehî nizanin, ka gelo elok ji bo purtikên xwe hatine serjêkirin, yan nêçîra wan hatiye kirin, yan jî purtikên wan ên weşiyayî hatine berhevkirin. Bi her halî çêkirina van betaniyan ji purtikên elokan îro jî dewam dike. 

 

Hêkên elokan

Hêkên elokan ji bo pîşesaziyê zêde ne bikêrhatî ne îro roj. Lewma cihekî fereh ji wan re lazim e û li gorî mirîşkan ew kêmtir caran hêkan dikin. Lê ew çavkaniyeke bêqisûr in ji bo mirovan: Hema hema duqatan bêhtir ji hêkên mirîşkan rûn û çar qatan bêhtir jî kolestrol di wan de heye. Û erê, miletên kevnar ên xwecihî bêguman ew dixwarin.   

Lêkoleran wekî din bi lêkolîna li ser bermahiyên hêkan derxist holê ku van miletan elok xwedî jî kirine. Jixwe lêkolînên etnografîk jî nîşan didin ku van miletan proteîna spîka hêkan ji bo çêkirina rengan jî bi kar aniye.

 

Paşê goşt xwarine

Pirsa gelo mirîşk ji hêkê ye yan hêk ji mirîşkê, di meseleya goştê elokê û miletên xwecihî yên Emerîkayê de safî bûye. Lewma pêşî ji bo wan hêk hatiye. Lewma lêkolîn nîşan didin ku elok hatine kedîkirin, lê pêşî ji bo pirtikên xwe û hêkên xwe. Van miletan ji bo xwedîkirina elokan êmê ji garis bi kar dianî, lê wan xwe jî bi garis xwedî dikir. Delîlên kedîkirina elokan heta bi beriya bêhtirî 2 hezar salan diçin. Lê delîlên serjêkirina - yên weke şûna kêran li ser hestiyan - teqrîben beriya hezar salî ne. Lê em nizanin ka çima mirovan destpêkê xwe dûr girtiye ji xwarina goştê elokan. 

Nexasim di navbera 1300 û 1425´an de goştê elokan bûbû yek ji çavkaniyên sereke ji bo xwarina proteînan. 

 

Amûrên bêqisûr ji hestûyên elokan

Hestûyên çûk û teyran, nava wan vala ye. Ev jî dike ku ji bo gelek karan ji wan amûrên bikêrhatî werin çêkirin. Em dibînin ku van miletên xwecihê yên bakurê Emerîkayê ji hestûyên elokan şûjin, tûpên piçûk, morîk, bilûr, pîpîk, amûrên çêkirina deqan û gelek tiştên din. 

 

Di huner de elok

Van miletan li ser seramîkên xwe -dîzik, cêr û wekî din-, li ser rûyên zinar û latan, di çîrokan û stranan de cih daye elokan. Nexasim îkonografiyên li ser dîzikan, îro jî tên dîtin. Şêweyekî taybet ê xêzkirina elokan heye ku gelek caran li ser zinar û latan xuya dike. 

Axir antropolojîst û arkeolog li hev dikin ku ev peywendiya elokan û miletên eşîrî û xwecihî yên Emerîkayê, bi hezaran salan beriya hatina kolonyalîstan hebûye. Xwarina goştê wan jî, nisbeten gelekî dereng dest pê kiriye.

 

* Pirraniya agahiyên di meqaleyê de hatine wergirtin ji ber nivîsa Cyler Conrad a bi navê Five Ways Native American Communities Honor Turkeys ya ku 23´yê Mijdara 2021´ê li ser malpera www.sapiens.org hatiye weşandin.

 

Wêne: Patrick Cruz/Collections of the U.S. Army Corps of Engineers at the Museum of Indian Arts and Culture/Laboratory of Anthropology

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.