Polêsên Perûyê kokaîna Tirkiyeyê desteser kir

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 28 Adar 2023 - 16:31

Li El Callao ya Perûyê di depoyekê de 2 ton û 310 kîlo û 760 gram kokaîn hat desteserkirin. Polêsan Perûyê got, kokaîn wê ji Tirkiyeyê re bihatana şandin.

Li mezintirîn bajarê bendergehê yê Perûyê El Callaoyê di depoyekê de 2 ton û 310 kîlo û 760 gram kokaîn hate desteserkirin. Saziyên fermî piştrast kirin ku ev kokaîn ji Tirkiyeyê re dihate şandin. Li gorî nûçeya Dengê Emerîkayê (VOA) kokaîn di nava qutiyên depî de bû û di konteynirekê de hatibû bicihkirin. Ev kokaîn wê bi keştiyê ji Tirkiyeyê re bihatana şandin. Midûrê polêsan ê bajarê El Callaoyê Luis Angel Bolanos got, “Me dizanî ku kartelên tiryakê gelemperî tiryakê ji Belçîka, Holanda, Spanya û Fransayê re dişînin. Lê belê hedefa vê carê bendergeha Stenbolê bû.”

Bihayê kokaîna hatiye desteserkirin, zêdetirî 20 milyon dolaran e.

Beriya niha gelek caran madeyên hişbir ên ji Emerîkaya Latîn ber bi benderên Tirkiyeyê ve dihatin şandin, hatibûn girtin. Ji serekên mafayaya nijadperestên Tirk, sedat Peker berê gotib rola dewletê di vê bazirganiyê de heye û Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu weke organîzatorê bazirganiya madeyên hişbir ên di ser benderên Tirkiyeyê re nîşan dabû.

NAVENDA NÛÇEYAN    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.