‘Mirina li nav stargehê’ li Helebce hate nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:45

Yek ji komkujiyên li dijî gelê Kurd di belgefilma bi navê ‘Mirina li nav Stargehê’ li Helebce hat nîşandan û tê de çîroka rasteqîn a 200 Kurdên ji Hewreman û herêma Şarezûr ku bi topên rejîma Îranê şehîd bûne vedibêje.

Li Hola Rêveberiya Ciwanên Helebceyê, belgefilma ‘Mirina li nav Stargehê’ ku ji aliyê dezgeha ragihandinê ‘Sharpress’ ve hatiye amadekirin, hate nîşandan.

Derhênerê Belgefilma ‘Mirina li nav Stargehê’ Namo Serbest di derbarê mijarê de ji axivî û wiha got: “Me Kurdan gelek karesatên bi vî rengî hene, lê nehatine gotin û di nav gel de hatine jibîrkirin. Tenê di salvegeran de bi raporên kin têne behskirin. Em bi vê belgefilmê dixwazin van karesatan hemû tomar bikin û arşîv bikin û hemû aliyên wan ragihînin. Da ku ev dîrok ji holê ranebe û Kurd hay ji qetlîamên xwe hebin.”

Wek Namo Serbest bi xwe anî ziman belgefîlm 57 deqeye û di nava du mehan de kariye amade bike ku tê de gelek kesên nêzî bûyerê, saxmayî, şahid û aliyên ku tev li qetlîamê bûne jî hene.

Şehîdên Sîrwan bibîrtîne

Di dema şerê navbera Îran û Iraqê de, welatiyan ji bo xwe parastinê xwe xistibûn cihên stargehan de ku dibistanên li herêmê jî yek ji wan stargehan bû. Di roja 8’ê Hezîrana 1986’ê de, di dema şerê navbera Iraq û Îranê de, topek a Îranê li dibistaneke gundê Sîrwan a ser bi parêzgeha Helebceyê dikeve ku hejmareke zêde ji malan tê de bûn. Di encamê topbaranê de 200 welatiyên sivîl ku di nav de jin, zarok, mêr û kesên bi temen hebûn, şewitîn û şehîd bûn. Her sal ji bo bîranînê li cihê avahiyê merasîm tê lidarxistin ku ev cih weke monomenta şehîdên Sîrwan hatiye diyarkirin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.