‘Mîrê Ûdê’ Reşîd Sofî wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Sibat 2025 - 00:22

Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê mezin Reşîd Sofî ku yek ji stûnên huner û mûzîka çanda Kurd e, wefat kir.

Reşîd Sofî di 1953’yan de li bajarê Kobanê hate dinê, di nava malbateke oldar de mezin bû. Lê rêya mûzîkê hilbijart û di 1970’î de bi xwendina ayînên olî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir.

Reşîd Sofî di nava Kurdan de bi "Mîr Ûdê" dihat naskirin. Di gelek hevdîtinên xwe de Sofî serbilindiya xwe ji navê xwe yê hunerî re anî ziman. Ji awazên wî yên navdar; Xweziya hêvî, Gulistana Dil û Çavê Yara min.

Di salên 1980 û 1990’î de di televîzyona Sûrî de kar kir û gelek karên hunerî ku mûzîka Kurdî kir, pêk anîn. Tevî astengiyên destpêkê, mûzîk di civaka Sofî de ji tiştên qedexe bû, lê li pêş pêşketina wî nebû asteng û ew bendên civakî şikandin.

Rewşa hunermend Reşîd Sofî ji nêzî hefteyekê ve ji ber nexweşiya penceşêra Cegerê ne baş bû û di dawiyê de wefat kir. Wê Reşîd Sofî di bîreweriya Kurdî de mîraseke hunerî ya dewlemend bimîne.

Tev-Çand Kahtali Miçê û Reşîd Sofî bibîranî

Tevgera Çanda Demokratîk (Tev-Çand) û Hunera Mizgîn bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî re xwest. Daxuyanî wiha ye: “Di rojekê de me 2 Hunermend û kedkarên hunerê wenda kirin. Di 15’ê Sibatê de Mustafa Kahtali (Kahtali Miçê) li Bakurê Kurdistanê û di 17’ê Sibatê de jî li Rojava Reşîd Sofî çavên xwe ji jiyanê re girtin. Kahtali Miçê tevî hemû qedexe û zordariya dewleta Tirk a dagirker a li ser çand û zimanê Kurdî, dîsa jî bi dizîka di malan de ba jî di her keysê de wî strana Semsûrê ya Kurdî û rengê wê yê taybet distra. Her çiqasî ku di çapemeniyê de wekî stranbêjê ‘strana gelerî ya Tirkî’ dihate naskirin jî Kahtalî Miçê bi nav û ruhê xwe weke ku wî digot “saf kurmanc” -Kurdekî resen- bû. Di derfeta ewil de û bê teredud derket ser ekranên Medya Tv’yê û ‘kurmanciya’ xwe isbat kir. Li jêra Semsûrê warê Kahtali Miçê, li Binxetê Reşîd Sofî yê ku bi ûd û dengê xwe û bi hilbijartina naverokên biwate ji stranên xwe cihekî taybet di dilê miletî de girtibû. Tevî hemû zor û zahmetiyan Reşîd Sofî jiyana xwe li ser axa Rojava derbas kir û heya ku çavên xwe li bajarê xwe yê efsane Kobanê ji jiyanê re girtin jî ew girêdayî axa xwe ma. Bi çûyina xwe re êşeke mezin li pey xwe hişt. Bêguman derbasbûna di nav du rojan de koçkirina her du hunermendan xemgîniya veqetandinê kûrtir kir. Em wek Tevgera Çanda Demokratik û Hunera Mizgîn ji malbat û hezkiriyên her du hunermendan re sersaxiyê dixwazin û dibêjin bila giyanên wan şad be. Em parastina stranên wan û xwedîderketina li keda wan erkekî xwe yê netewî dibînin.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.