Di 8'ê Adarê sala 2020'an de, Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê komeke muzîka folklorîk ji bo jinan li navenda Kampa Serdem a navçeya Til Sûsin a kantona Şehbayê ava kir. Kom îro jî hewl dide hejmara endamên xwe yên jin zêde bike da ku mîrasa Efrînê biparêze.
Kom ji 3 jinên navsere pêk tê, her wiha 3 endamên jin ên ciwan ên Kevana Zêrîn alîkariya wan dikin. Kom bi navê “Kevneşopî” yan jî “Koma Şehîd Mizgîn" tê naskirin. Ev kom gelek stranên gelêrî yên Efrînê pêşkêş dike. Endamên komê bi rêya stranên xwe têkiliya nifşên nû bi çand û rêûresmê re xurt dikin.
3 endamên komê di salên 80'yî de karê xwe di nav ‘Koma Engîzek’ de dikirin, her wiha beşdarî gelek şahî û çalakiyên neteweyî bûne, wê demê ji ber xebata wan di tevgera çand û hunerî de rayedarên rêjîma Beesê zext û zordarî li wan kiriye.
Nebîhe Mihemed yek ji wan e û dibêje, got, "Em şopdarên rêya dayikên xwe ne ku folklora Kurdî û ya Efrînê zindî bikin, ne tenê bi rêya stranbêjiyê lê di hemû warên jiyanê de da ku dîroka me ya dewlemend ji bo nifşan bibe çirayek."
ANHA/EFRÎN