- Dr. Argûn Çakir: Li Nisêbînê piştî 3 mehan zimanê min vebû. Dema ez diaxivîm hevalê min Dom hemû bi min dikeniyan. Min tiştên wilo boş-beredayî ecêb digotin. Bi min dikeniyan û henekên xwe bi min dikirin. Lê ew jî ji min re dibû motîvasyon.
Antropolog û muzîkolog Dr. Argûn Çakir li ser hunerê mitirban û mitirbiyê li Torê û hawîrdora wî lêkolîn kirine. Ji bo lêkolîna xwe ya dawî li Nisêbînê û hawîrdorê qederê salekê dimîne, da ku hem li ser kemaçevanan û hem jî li ser hunerê wan lêkolîna xwe bike. Beriya karê xwe hemûyî jî ew fêrî Kurmanciyê dibe.
Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakir bi eslê xwe ji navçeya Muglayê Mîlasê ye, ew lêkolînê li ser muzîk, muzîkjenî û xasma muzîkjenên perîpatetîk ên li Kurdistanê karê xwe yê akademîk dike. Bi xwe jî hînî lêxistina kemaçeyê bûye.
Ji Podcast Kurdiyê, rojnamevan Mevlut Oguz bi Dr. Argûn Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê û çanda doman û mitirbên mayî yên Torê hevpeyvînek kir.
Ew sala 2013'an ji Zanîngeha Exeterê ya Ingilîstanê lêdixe diçe Nisêbînê û li ser doman û çanda kemaçê bi qasî salekê lêkolînan dike û li wir hînî Kurmanciyê jî dibe.
Argûn Çakir serpêhatiya xwe û lîkolînên Kurdî wiha rave dike: "Hêj dema ez li Mîlasê diçûm lîseyê, meraqa min li ser Kurdan çêbû. Bayekî çepgiriyî li me jî rabû û em xistin nava meraqan û berê me da wê yekê ku em li ser Kurdan lêkolînê bikin. Me ji xwe re digot Kurd kî ne? û zimanê wan hebû û bi Kurdî dişitexilîn. Der barê Kurdan de tiştên neqenc digotin. Bala min çû ser muzîka Kurdî. Min li Ciwan Haco, Şivan Perwer, Kardeş Turkuler guhdarî dikir. Me ji ziman fêm nedikir lê kêfa me jê re dihat. Di sala 2009'an de min li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê beşa bestekarîyê dixwend. Dûre ez ketim nav muzîkolojiyê. Pişt re min biryar da ku li ser muzîka Kurdî lêkolînekê bikim." Hînbûna wî ya Kurmanciyê bi kitêban dest pê dike: "Min bi Celadet Elî Bedîrxan dest pê kir û min pirtûkên Kurdî ji xwe re sitendin. Ez li malê tena ser xwe li ser zimanê Kurdî dixebitîm. Min nizanibû li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê dersên Kurmancî didin. Pişt re min dest bi kursa Kurdî kir. Min du master kirin, mastira min pêşî mijara wê stîla strandina Dengbêj Reso bû. Min li ser stranên wî analîz kir. Min sonogram ji strandina wî girtiye. Min li ser kaxizekê wek grafîk çêkir, ka wî çawa qirika xwe bi kar dianî."
Çûna Nisêbînê
Argûn Çakir destnîşan kir ku ew piştî Stenbolê diçe Brîtanyayê û li Beşa Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Exeterê dixwîne: "Min analîza vegotina dengbêjiyê kir. Ev mastera didoyan bû. Piştre dor hat doktorayê. Min doktoraya xwe jî li Zanîngeha Exeterê kir. Min mijar dîsa neqand. Ji dengbêjan ez qelîbim ser mijara mitirbên herêma Torê."
Ji bo çûna Nisêbînê jî ew dibêje, "Hevalên min ên Nisêbînî li Londrayê hebûn. Em diştexilîn. Min pirs ji wan dikirin. Hevalên min digotin, gerek tu herî Nisêbînê. Cihê te Nisêbîn e. Hevalekî min hebû, Luqman Guldivê, ew jî rojnamevan û lêkolîner e. Luqman jî teza xwe li ser Cembelî Mîrê Hekarî nivîsandibû. Li ser performansa Cembelî ji aliyê du kemaçevanên Torê Bedranê Mala Alê û Reşîdê Mala Mûsa nivîsîbû. Wan berê min da Nisêbînê. Min ewilî wisa Nisêbîn nas kir."
Henekê xwe bi min kirin
ev jî bû motîvasyon
Serhatiya xwe ya hîmbûna KUrmanciyê jî ew wiha rave dike: "Min pêşî got ez ê zimanê Nisêbînê bielimim. Yabo ez çûm Nisêbînê ku bi sê devokan diştexilin. Bi devoka Omeryan, Torîkî û Botîkî diştexilin. Min digot gelo ez ê çawa bielimim. Ez ê kîjanê bielimim. Hevalên min ên Dom gişt bi Torîkî diştexilin. Ji bo ku ez ê lêkolîna xwe li ser wê herêmê bikim, zimanê Torîkî ji min re baş e û dengê Torîkî ji min re xweş dihat. Dengê Torîkî li gorî min e. Vêca ziman dema yek dest pê dike û ziman bi pêş ve diçe, ji bo zimanan meraqa min heye. Ez tiştekî bigirim zû bi zû bernadim. Ji zû ve ji min re Kurmancî xweş dihat û min dixwest bielimim. Ziman wext digire. Dema ez çûm Nisêbînê sala 2013'yan bû. Ez 6 mehan li Nisêbînê mam. Pişt re ez vegeriyam Londrayê. 5 mehan li Londrayê mam. Li Nisêbînê piştî 3 mehan zimanê min vebû. Dema ez diaxivîm hevalê min Dom hemû bi min dikeniyan. Min tiştên wilo boş-beredayî ecêb digotin. Bi min dikeniyan û henekên xwe bi min dikirin. Lê ew jî ji min re dibû motîvasyon."
Cihêtiya Miradê Kinê
Li ser encama lêkolînên xwe yên li ser kemaçevanan ew dibêje, "Ji kemaçevanên bi nav û deng; Bedranê Mala Alê, Reşîdê Mala Mûsa, Brahîmê Mala Nazê, Silêmanê Mala Hesîka, Evdê Mala Kerîm, jixwe yê herî bi nav û deng Miradê Kinê heye. Û ji Mala Evdê jî hene. Hin ji wan niha li Elmanya dijîn. Endamên Koma Hezex ji vê malbatê ne. Ji wan jî Şêxmûsê Mala Evdê û Evdilayê Evdê hebûn. Jixwe kemaçevan ne gelek bûn lê ew însan di wextê xwe de bi nav û deng bûn. Qala gelek ji wanan nayê kirin. Bandên wan hene. Yek bixwaze dikare li ser înternetê li wan guhdarî bike. Çima ewqasî Miradê Kinê bi nav û deng e. Ew meseleyek mezin e. Ji aliyê kemaçevaniyê ve ferqên wî ji yên din çi bûn. Ew çû bajêr û di bin tesîra radyoyê de ma. Ez tenê behsa radyoyên Kurmancî nakim, ez behsa radyoyên Tirkî jî dikim. Lê yên din bi Tirkî stranek negotine.
Miradê Kinê ji stranbêjan însanek cihê bû. Mirado stranên ji radyoyên Kurdî û Tirkî zeft dikirin jî digotin. Gelek stranên wî jî hene. Ji aliyê lêdana kemaçê ve jî dengê kemaça wî cihê ye. Min serê xwe li serê gelek êşand çima wilo dibêje û çima wilo lê dide. Min analîzek wilo kir; Miradê Kinê dixwest ku weke hunermendên radyoyan be. Ne weka stranbêjek li dawetan digot û lê dida. Gelek însanan digot, Miradê Kinê xwe ji çûyîna dawetan re giran dikir. Diçû dawetan lê bêtir dixwest tiştên din bike. Ev analîza min e; Miradê Kinê dixwest xwe bike wek Mihemed Arîfê Cizîrî û gelek hunermendên din. Her kes li herêmê ji Miradê Kinê hez dike. Ez nikarim tiştek nebaş ji bo Miradê Kinê bêjim. Xwezî min ew nas bikira."
NAVENDA NÛÇEYAN