Min soz daye birayê xwe

Sêşem 28 Îlon 2021 - 02:18

Li bajarê Belçîkayê Liegê, 4 cangorî hatin bibîranîn. Bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan a Belçikayê bi sedan Kurdistanî û malbatên şehîdan di bibîranînê de amade bûn. Bibîranîn hat organîzekirin ji bo şervanê YPG ê Hogir Narîn Botan ê ku ji ber nexweşiyê li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, her du gerilayên HPG´ê Şervan Cûdî û Çîçek Gabar ên ku sala 2016´an li Gare di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, Şukrî Serhed ê ku 17´ê Îlona îsal li Silêmanîyê bi destê MÎT´a Tirk hat şehîdkirin. 

Merasîm bi amadebûna malbatên 2´yan ji van şehîdan hat lidarxistin. 

Destpêkê rêz ji şehîdan re hat girtin. 

Piştî rêzgirtine li ser navê Saziya Malbatên Şehîdên Kurdistanê li Belçîkayê, Dayê Siltan axivî û bang li xelkê kir da ku beşdarî merasîmên bibiranîna şehîdan bibin.

Piştre li ser navê malbata Şehîd Şervan Cûdî, Mehsum Cizîrî axivî û got, "Şehîd ne yê malbatê ne, yên Kurdistanê ne, û em bi şehîdên xwe serbilind in." 

Li ser navê KOMAW´ê Heval Cahîda jî got, "pêwîst e em layiqê şehîdên xwe bin."

Xwîşka şerwanê YPG´ê Şehîd Hogir Narîn, Ayten jî got, "Min soz daye birayê xwe ku ez rêya wî bidim ber xwe û vê dozê bernedim." 
Piştre siyasetvan Heval Welî bal bire ser dagirkeriya dewleta Tirk û got, "Dewleta Tirk bi hêz û çekên xwe yên giran hemûyan li hember qehremanî û berxwedana Gerîla û şerwanên Kurd ketiye rewşeke awarte û nikarê gavekê bi pêş ve biavêje. Pêwîst e gel xwedî li gerîla derkeve, nexasim li Ewrûpayê çalakiyên girseyî bike û dewleta Tirk şermezar bike."

Di dawîyê de ji bo şehîdan helbest hatin xwendin û sînevîzyon hat nîşandan.

LIEGE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.