Min bikujin ez serbilind im

Nûçeyên Dosye

În 12 Gulan 2023 - 14:43

  • Di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de ev gotinên wê hîna jî zindî ne: Min bikujin, lê vê rastiyê zanibin; bi kuştina min wê bi hezaran Kurd ji xewê şiyar bin. Ez gelekî kêfxweş û serbilind im ku ez ê giyanê xwe fedayî Kurdistanê bikim.

49 sal di ser bidarvekirina Leyla Qasim re derbas bûn. Jina Kurd, têkoşer Leyla Qasim, sala 1952’yan li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû. Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leylayê cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend, xwend û serketî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbateke xizan bûn jî bavê Leylayê dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî, wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Leyla dema 20 salî bû, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek li ser dijminatiya Sedam Huseyn a li dijî gelê Kurd, nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.

Ew bû hêza jinên Kurd

Sala 1972’yan, li Bexdayê liv û tevger û têkoşîna Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên istîxbarata Beesê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan pirraniya hêz û şoreşa Kurdan di bin rêbertiya PDK-Iraqê de li çiyayên Başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, ji ber wê, wê biryar da ku tevî xwendekarên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.

Ez ê canê xwe feda bikim 

Di 24’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navê; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyoneke berfireh a hêzên rejima Beesê de li Bexdayê hat girtin. Dema li girtîgehê bû, bi êşkenceyên giran û dijmirovîlê hatin kirin, lê nekarîn ti gotinekê jê wergirin.

Leyla Qasim jineke têkoşer û wêrek bû. Dema ku istîxbarata rejima Beesê Leyla Qasim xistibû ber lêpirsînê, Leyla Qasim ji wan re gotibû; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min wê bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilind im ku ez ê giyanê xwe fedayî rizgariya Kurdistanê bikim.” Rejima Beesê ji bo çavtirsandina gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wê re derbaz nebûbûn jî, dadgeheke ji bo şowê, cezayê bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalê wê birrî. Ew saet 07:00’ê sibeha 12’ê Gulana sala 1974’an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe hate bi darvekirin.

Leyla bû çîrok û helbest

Piştî bidarvekirina Leyla Qasim li seranserê Kurdistanê bi hezaran malbatên Kurd navê Leyla li zarokên xwe kirin. Leyla Qasim bû çîrok û destan di helbestên helbestvanên mezin ên weke Cegerxwîn, Hêmin û gelek helbestvanên din de.

Nivîskar Rêzan Ezîz derbarê zîrektî û fikrê neteweyî yê jina Kurd Leyla Qasim de got, “Leyla Qasim ji bo Kurdan miroveke mezin e. Leyla yekem jin e ku di wê demê li ser fikr û baweriya xwe ya siyasî, tê darvekirin.”

Kurd wê ala Kurdistanê bilind bikin

Li gorî çavkaniyên li ser dema dadgehkirina Leyla Qasimê, Sedam Huseyn ê ku hingê ji generalên pile bilind bû, 11´ê Gulanê diçe hepsê û Leylayê dibîne. Ew jê dixwaze ku dev ji bîr û ramanên xwe berde û hewl dide wê ji rêya wê vegerîne. Sedam Huseyn gelek sozan didiyê ji bo ku dev ji doza xwe berde. Ya mayî Kakşar Oremar wiha behsa wê dike: 

Hingê Leyla Qasim jê re dibêje, ‘Ma gotinên te xilas bûn?’ Sedam bi baldarî li wê dinêre, û jê re dibêje: ‘Erê daxwazên min ji te tenê ev in. Ez dikarim di zanîngehê de karê herî baş bidime te û çiqas jî pere û malê dinê bixwazî bidime malbata te…’ 

Leyla jî bi dengekî bilind wiha jê re dibêje: ‘Ez Kurd û ji Kurdistanê me. Ji nava dilê şoreşê rabûme û tiştekî ji te naxwazim. Ez şikest û binketinê napejirînim. Ji bîr neke ku tu bixwazî jî nexwazî jî Kurd wê rojekê ala Kurdistanê bilind bikin. Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim…’ 

Leyla Qasim û 4 hevalên wê roja piştre yanî 12´ê Gulanê di girtîgeha Ebu-Xerîb de tên îdamkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.