Ji artêşa Osmanî ber bi serkêşiya Serhildana Agirî ve Îhsan Nûrî Paşa

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 25 Adar 2021 - 01:01

  • Îhsan Nûrî Paşa piştî ku binxet dibe di nava Xoybûnê de cihê xwe digire û ji ber tecrûbeyên xwe yên eskerî jî dibe generalê artêşa Xoybûnê di Serhildana Agiriyê de. 

 

ARDÎN DÎREN

Îhsan Nûrî Paşa, genaralê artêşa Xoybûnê û pêşengê Serhildana Agiriyê, weke îro beriya bi 45 salan li sirgûna Tehranê di encama qezayekê de wefat kir. Em ê berê xwe bidin serdema beriya Serhildana Agiriyê û dema Serhildana Agiriyê da ku wî bi bîr bînin.

Di dîroka Kurdan de gelek raperîn û serhildan çêbûne. Yek ji wanên herî zêde bi rêk û pêk, Serhildana Agirî ye. Di dawiya vê serhildanê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye, hatine girtin û mişextkirin, lê belê nav û dengê vê serhildanê qet nehatiye jibîrkirin û hîna jî qala serhildanê tê kirin. Lewma, cihê vê serhildanê di dîroka Kurdan de xwedî ciyekî taybet e.

Di destpêka sedsala 20’an de qeyranê girtibû dinyayê. Împaretoriya Osmanî jî di nav vê qeyranê de digevizî û roj bi roj hêza wê kêm dibû. Netewe hemû li dû azadî û serbixwebûna welatê xwe bûn. Neteweyên di bin banê dewleta Osmanî de jî yek bi yek jê vediqetiyan. Ji ber van sedeman, Şerê Cîhanê ê Yekemîn dest pê kiribû û li her aliyê cîhanê qeyranên siyasî û aborî li dar bûn.

Piştî Bedirxanîyan û Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, Kurd demekê bêdeng bûn û ji hev hatibûn belavkirin. Bi avakirina Komara Tirkiyê ya nû re înkar û tinekirina Kurdan jî dest pê kiribû. Hebûn û navê Kurdan hate qedexekirin, çand û ziman kete ber aşê asîmîlasyonê. Welatê wan hate parçekirin. Ne tenê Kurd, di destpêka sedsala 20’an de Komara Tirkiyê xwest civakên li Tirkiyê hemûyan qir bike û tenê şoveniya Tirk bi pêş bixe. Rêxistinên weke Îttîhat û Teraqqî bi fikra yek al, yek dewlet û yek millet kadroyên damezrênerên komara Tirk jî bûn û cihêrengiya Tirkiyê ji holê rakirin.

Ber bi salên 1920’an ve van qeyranên siyasî û aborî bandor li Kurdên li Stenbolê kir û wan jî dixwest ji bo welatê xwe şerê azadî û rizgariyê bikin. Ew ji şoveniya Tirk a ku her roj gef li wan dixwarin û neteweya wan tine dihesiband, aciz bûn û wan dixwest ji wan xelas bibin û serbixwe bin. Hingê gelek rêxistin hatin damezirandin. Kovar û rojname derketin. Xebatên siyasî û çandî bi pêş ketin. Di nav wan de ya herî navdar “Rêxistina Azadî” bû.

Rêxistina Azadî bi pêşengiya xwendevan û rewşenbîrên Kurd ên wê demê xwest ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanekê pêk bîne lê mixabin bi ser neket û di dawiyê de bi sedan kes hatin kuştin, hin kes hatin heps kirin û hin kes jî mecbûr man ku birevin derveyî welat. Şêx Seîdê Kal û hevalên xwe li Amedê bi awayekî hovane hatibûn bidarvekirin. Piştî vê şikestinê, Kurd qederekê dîsa bêdeng man. Lê kesên ku ji ber şûrên Osmaniyan filitîn, li binxetê (Rojavayê Kurdistanê) careke din li hev civiyan û rêxistina Xoybûnê ava kirin. Rêxistinê dixwest dest bi şerekî nû bike. Piştî dahûrandina encamên şikestina serhildanên berê, Xoybûnê bingeha Serhildana Agirî danî û biryar da ku li Agirî deng û ala Kurdistanê hilbe.

Serhildana Agirî serê pêşî, Îhsan Nûrî Paşa tîne bîra mirovan. Îhsan Nûrî Paşa, yek ji wan leheng û pêşengên Serhildana Agirî ye. Bi gotineke din ew generalê artêşa Xoybûnê bû û ji milê leşkerî berpirsyar bû.
 
Destpêk Mektebên Eşîran bû

Îhsan Nûrî Paşa sala 1893’an li Bedlîsê ji dayîk dibe. Kurê Eliyê Qulî yê ji eşîra Cîbran e. Malbata wî, wek “Mala Qulî” jî tê naskirin. Piştî dibistana seretayî ew diçe “Mektebên Eşîran” ku tenê zarokên eşîrên mezin dikarîn biçinê. Ev mekteb ji hêla Evdilhemîdê Dûyem ve hatibûn avakirin û armanc ew bû ku zarokên Arnavûd, Ereb û Kurd li van dibistanan werin asîmîlekirin û bi dewleta Osmanî ve werin girêdan. Li gorî Împaretoriya Osmanî heger Kurd nehatana asîmîlekirin, ew ê her tim li serê wan bela bin. Li gorî vê stratejiyê, dewletê dixwest zarokên eşîran bike karmendên xwe û bi xwe ve girê bide, da ku ew eşîr li ber wan serî ranekin. Dîsa bi heman armancê Alayên Hamîdiye hatibûn damezirandin da ku cerdevanî bi pêş bikeve û Kurd nikaribin xwe zû bi zû bi rêxistin bikin. Îhsan Nûrî Paşa bi salan li van mekteban dixwîne û herî dawî sala 1910’an wek serbazekî serketî yê ciwan di artêşa Osmanî de ciyê xwe digire. 

Hem esker û hem rewşenbîr e

Di artêşa Osmanî de ew gelek peywiran bi cî tîne. Îhsan Nûrî Paşa dema ku li Stenbolê dimîne jixwe ji gelek tiştan haydar e. Ji nêz ve dîrok û serhildanên Kurdan dişopîne û gelek kesan nas dike. Bi xwendina hin çavkaniyên dîrokî û nasîna hin pêşengên Kurd, ramanên nû li cem peyda dibin. Îhsan Nûrî Paşa di heman demê de hin hêlên xwe yên rewşenbîrî jî hene. Ew bîr dibe ku ew jî Kurd e û neteweya wî bindest e û serdetan welatê wî parçe kirine. Ew baş pê dihese ku civaka Kurd bi jenosîdê re rû bi rû ye û gelê wî bê rêxistin maye.

Herî dawî ew û çend hevalên xwe li hember artêşa Tirkiyê serî radikin û firar dikin. Ev firara wan wek “Raperîna Elkê” yan jî Bûyera Elkê tê binavkirin. Ew xwe digihîne Başûrê Kurdistanê û li wir Brîtanî îfadeya wî digirin*. Piştî vê hin hevalên wî tên girtin, lê Îhsan Nûrî Paşa bin xet dibe û li wir Kurdan bêhtir nas dike. Di vê gera xwe ya li binxetê de ew gelek pêşengên Kurd jî nas dike û têkiliyên wî yên xurt çêdibin. Paşê diçe Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî û beriya Serhildana Agirî qederekê jî li wir dimîne.

Mesele neteweyî ye!

Dema îhsan Nûrî Paşa li Rojavayê Kurdistanê û Suriyê ye, Ingilîstan dixwaze pê re pêwendiyan çêke û wî li Iraqê tevlî artêşa xwe bike. Îhsan Nûrî Paşa wiha li wan vedigerîne: “Ez ji bo mafê Kurdan têdikoşim ne ji bo li Iraqê di hembêza Ingilîzan de bimînim!”. Tenê ne Ingilîz her wiha komara Tirkiyê jî jê re dibêje, ji bo rehetiya xwe tu kîjan welatî dixwazî bibêje, em ê pasaportê bidin te, here li wir bimîne, em ê te efû bikin lê tenê tu bi Kurdan re pêwendiyê çêneke û tevlî şerekî nû nebe. Lê Îhsan Nûrî Paşa vê yekê napejirîne: “Welatê min evder e û pêdiviya min bi ti tiştî nîne. Ez baweriyê bi gotinên we naynim. Ez li gorî biryarên Xoybûnê tevdigerim û generalê artêşa Xoybûnê me. Ev peywîr ji bo min şeref e. Heger hin teklîfên we yên siyasî hebin, hûn dikarin bibejin, û ez jî ragihînim Xoybûnê. Bi pere, mewkî û miqaman hûn nikarin me bixapînin û ev yek pere nake. Ji ber ku ev mesele ne meseleyeke şexsî ye, meseleyeke neteweyî ye û divê wisa were çareserkirin.” 

Fermandarê artêşa Xoybûnê

Wê demê giregir û rewşenbîrên Kurdan sala 1927’an li Lubnanê kom bûbûn û rêxistina Xoybûnê ava kiribûn. Dixwestin dest bi serhildanê bikin lê ji bo wan generalekî xwedî tecrûbe û ezmûn pêwîst bû. Kesê ku karîbû xwe bide ber vî karî Îhsan Nûrî Paşa bi xwe bû. Ji ber vê jî Îhsan Nûrî Paşa dibe yek ji wan pêşengên Serhildana Agirî û bi vî awayî di navbera salên 1929-1930´î de li çiyayê Agirî serhildan dest pê dike. Helbet beriya em werin salên 1930 yî kesên wek Broyê Heskê Têlî û hevalên xwe bi dehan caran li hember komara Tirkiyê serî rakiribûn û vekişayabûn Çiyayê Agirî. Dîsa di wê demê de komkujiya Zîlanê pêk hatibû û bi hezaran kes hatibûn kuştin. Kesên ji komara Tirkiyê reviyabûn û hatibûn sirgûnkirin xwe li Çiyayê Agirî girtibûn. Hin eşîrên Kurdan jî piştgirî didan vê yekê. Komara Tirkiyê dîsa dixwest bi dek û dolaban Kurdan bixapîne û rê li ber serhildanê bigire, lê vêcarê Kurd bi biryar bûn ku ala Kurdistanê li Agirî bilind bikin. Li Agirî şer di rewşeke welê  de diqewime û serhildan dest pê dike. 

Êrişa topyekun li dijî Agirî

Rêxistina Xoybûnê bi armanca Kurdistaneke serbixwe û azad dest bi serhildanê kir. Ji bo vê yekê ji çêkirina ala Kurdî, sirûda Kurdî, heta bi çêkirina pereyên Kurdî û gelek tiştên bi vî rengî, hatibûn amadekirin û dixwestin li Çiyayê Agirî hîmê Kurdistaneke serbixwe deynin. Dîsa ji bo propagandaya xwe bikin, rojnameyên bi navê “Gaziya Welat” û “Agirî” hatin çapkirin û belavkirin. Mirov dikare bibêje ku ji bo komarekê tiştên sereke yên pêwîst çi bin, hay ji hemûyan hebûn û ew bi cî anîbûn. Îhsan Nûrî Paşa, Broyê Heskê Têlî û gelek kesên bi wan re bi qehremaniyeke mezin li ber xwe didin û têdikoşin. Lê Serhildana Agirî têk diçe, dewleta Tirk komkujiyan dike. Komara Tirkiyê bi tank, balafir û topên xwe êrişeke mezin dibe ser wan û ew nikarin li hember wan bisekinin. Ji lewre li gor artêşa Tirkiyê, hejmara wan kêm bû. Her wiha têkiliyên di nav wan de qut bûn û bê rêxistin man. Piştî têkçûnê, her yek bi ciyekî ve belav dibe û rêxistina Xoybûnê jî hildiweşe. Îhsan Nûrî Paşa jî mecbûr dimîne bireve Îranê. Piştî ku xwe dispêre komara Îranê, Îran dihêle ku li wir bimîne. Îhsan Nûrî, heta dawiya jiyana xwe bi hevjîna xwe Yaşar Xanimê re ku ew jî di Serhildana Agirî de bi roleke girîng rabûbû, li Îranê dimîne. Îhsan Nûrî Paşa dema li Îranê dimîne berê xwe dide nivîsandinê û serpêhatiyên xwe dinivîse. Ew 25´ê Adara 1976´an li tehranê di encama qezayeke trafîkê de wefat dike.

Serhildana Agirî û Îhsan Nûrî Paşa tevî bibinketina serhidanê û komkujiyên piştî wê jî, di bîra civakî ya Kurdan de cihê xwe digirin. Li ser wan gelek stran, serpêhatî û kilam tên gotin. Îro roj ew dibin mijar ji bo çîrok û romanan.


* Li ser bûyerê agahiyên hevnegirtî hene. Li gorî raya belav, Îhsan Nûrî Paşa peyameke bi şîfre ya ji Rêxistina Azadî -Yusuf Ziya Beg şandiye - şaş fêm kiriye û li cihê xwe beriya dema wê serhidan daye destpêkirin. Ev jî destpêka nîsana 1924´an qewimiye. Piştî ku pê ilam bû şaşî kiriye jî, bi hevalên xwe re pena xwe biriye Başûrê Kurdistanê, cihê ku Îngilîz lê serwer bûn.

** Ji bo nivîsê ji vê çavkaniyê sûd hatiye wergirtin: Rohat Alakom. Hoybun Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, Weşanên Avesta 1998

 

Sirûda neteweyî ya Komara Agirî

Hilbe Agirî

Agirî Agirî tu agir bûy
Li nav tevi serbilind bûy
Li ser Kurdistan çira bûy
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Agir direjand ser seran
Ronahî direşand her deran
Erdê dihejand car caran
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Newalên te tijî xwîn bûn
Xelxelên te tijî cendek bûn
Raste berê tu agir bûy
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Şeng û xerb bask vergirtîye
Ser sînge lav girtîye
Kurdan ra tu kabe bûye
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Îro dîsa hêrsa te hat
Ev agiran bûne kelat
Kom bûn êdî ser te civat
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Roja azad ser te hilat
Roniya te besre reşand
Nav miletan azadî çand,
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!
Ji sewa te Tirk digirî
Te dît çawa romî revî
Hilbe Agirî, hilbe Agirî…!

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.