Du hizrên cihê li ser general Îhsan Nûrî

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 25 Adar 2021 - 01:01

Di rojnameya me de 20´ê Tebaxa 2020´an bi navê Îhsan Nûrî Paşa li Berlînê meqaleyeke Luqman Guldivê hat weşandin. Li wir em dibînin ku Îhsan Nûrî Paşa sala 1960´î beşdarî Kongreya Kongreya 6´an a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê (KSSE) dibe.

Di meqaleyê de tê gotin, Îhsan Nûrî Paşa bi tena serê xwe nayê. Pêre wezîfedarekî rejîma Şah heye ku ew ê weke "dost" di axaftina xwe ya bi Îsmet Şerîf Vanly re behsa wî dike. Îsmet Şerîf Vanly* dibêje, "General hingê 70 salî bû. Ji dema bi dawîbûna serhildanê ve wî 32 sal li sirgûna Îranê bihurandin; sirgûneke gelekî dişibiya girtinê. … Du rojan kongreyê qebûleke ewqasî rêzgir û dilgerm nîşanî da ku di şexsê wî de wê silav li kevne serfermandar dikir, lehengekî neteweyî. Biryareke bi vî rengî jî hat qebûlkirin."

Lê "General" kêm peyivîbû, tenê malavahiya xwendekaran kiribû, û hinekî jî ew teşwîq kiribûn, da ku têkoşîna ji bo siberoja miletê Kurd dewam bikin. Li gorî nivîsê Îsmet Şerîf Vanly hinekî ji halê mêvanê xwe fêm dike; "Yaşar Xan a bi eslê xwe ji Gurcistanê, di dema şerê li Agiriyê sala 1929´an li cem hevjînê xwe bû. Niha ew li Tehranê girtî bû, em bibêjin weke rehîne."

Lê her kes weke Îsmet Şerîf Vanly nefikiye. Di The Kurdish Facts and West-Asian Affairs hejmara Îlon-Cotmeha 1961´ê de yanî hema salekê piştî kongreya 6´an a KSSE´yê ji bo Îhsan Nûrî Paşa nivîsiye: "Nîşanên hevkariya Îhsan Nûrî Paşa bi rejîma Şah re di Tebaxa 1960´î de xuya bû, gava ku ew çû serdana Kongreya Salana ya 6´an a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê li Rojavayê Berlînê. Efserekî ewlehiyê yê Fars refaqetî wî dikir. Lê belê ew ne tevahiya demê pê re bû. Dema hevpeyvîneke 2 saetan a bi Fransî ya bi endamekî Komîteya Navendî ya "International Society Kurdistan" re, Îhsan Nûrî Paşa got, rewşa Kurdan li Îranê baş e û ya Kurdan li Iraqê gelekî baş e. Xwendekarên Kurd xelata lehengê neteweyî danê, lê ji ber gotinên wî yên li xêra rejîma şah, kir ku ew beramberî Nûrî Paşa dilsar bibin.”**

* Ismet Cheriff Vanly. La Revolte de l'Agri Dagh, 1986, Cenevre.


** Di beşa bi sernavê Pan-Iranist Kurdish Party de di rûpel 12 de. Ev kovara "Intartational Society Kurdistan" e ku xwe weke civakeke ne alîgirê partiyan bi nav dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.