Îhsan Nûrî Paşa li Berlînê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Tebax 2020 - 23:59

  • Bi ya The Kurdish Facts and West-Asian Affairs, hem qeydiyên dîmen û hem jî yên deng ji vê kongreyê hene û Tarantel Pressê ev bi kar anîne ji bo ku mehekê paşê di kitêbokeke bi navê "Die kurden Wollen Kein Bergturken Sein".

Luqman GULDIVÊ / FRANKFURT

Gelek caran li ser beşdariya Îhsan Nûrî Paşa ya di Kongreya 6´an a Komeleya Xwendekarên kurd li Ewrûpayê (KSSE) de hin agahî tên parvekirin. Di agahiyan de carinan dem bi şaşî bê nivîsîn jî, sala kongreyê 1960 e, û li Berlîna Rojava bi rê ve çûye. KSSE´yê weke mêvanê rûmetê Îhsan Nûrî Paşa vexwendiye kongreya xwe ya di meha Tebaxa 1960´î de.
Îhsan Nûrî Paşa bi tena serê xwe nayê. Pêre wezîfedarekî rejîma Şah heye ku ew ê weke "dost" di axaftina xwe ya bi Îsmet Şerîf Vanly re behsa wî bikira. Îsmet Şerîf Vanly * dibêje, wî Îhsan Nûrî Paşa li Berlîna Rojava sala 1962´yan dîtiye. Ew dibêje, " General (behsa Îhsan Nûrî Paşa dike) hingê 70 salî bû. Ji dema bi dawîbûna serhildanê ve wî 32 sal li sirgûna Îranê bihurandin; sirgûneke gelekî dişibiya girtinê. … Du rojan kongreyê qebûleke ewqasî rêzgir û dilgerm nîşanî da ku di şexsê wî de wê silav li kevne serfermandar dikir, lehengekî neteweyî. Biryareke bi vî rengî jî hat qebûlkirin."

Generalê melankolîk

Lê "General" kêm peyivîbû, tenê malavahiya xwendekaran kiribû, û hinekî jî ew teşwîq kiribûn, da ku têkoşîna ji bo siberoja miletê Kurd dewam bikin. Li gorî wî sedema "melankoliya wî ya giran" nexasim jî "efserekî sivîl ê ewlekariya Îranê" bûye. Vê jî kiriye ku Îhsan Nûrî Paşa ne rehet û serbest be. Ismet Şerîf Vanly wiha behsa meselê dike: "Wî li min eşkere kir ku wî destûra hatina Berlînê bi şertê refaqeta ´heval´ekî wergirtiye". Ji devê Îhsan Nûrî Paşa ew wiha dewam dike: "Ev efserekî ewlehiya Îranê ye, ku divê hûn hefza xwe jê bikin, lewma dibe ku ew muxbiriyê li dijî we bike."
Îsmet Şerîf Vanly hinekî ji halê mêvanê xwe fêm dike; bi ya wî wicdanê wî tenê kiriye ku ew vê gahiyê bide wan. Ka çima Îhsan Nûrî Paşa nebûye penaber jî, şiroveya Îsmet Şerîf Vanly ye: "Yashar Xan a bi eslê xwe ji Gurcistanê, di dema şerê li Agiriyê sala 1929´an li cem hevjînê xwe bû. Niha ew li Tehranê girtî bû, em bibêjin weke rehîne."

Hevkariya Îhsan Nûrî Paşa bi Rejîma Şah re?

Her kes weke Îsmet Şerîf Vanly nafikire. Di The Kurdish Facts and West-Asian Affairs hejmara Îlon-Cotmeha 1961´ê de yanî hema salekê piştî kongreya 6´an a KSSE´yê ji bo Îhsan Nûrî Paşa wiha dihat nivîsîn: "Nîşanên hevkariya Îhsan Nûrî Paşa bi rejîma Şah re di Tebaxa 1960´î de xuya bû, gava ku ew çû serdana Kongreya Salana ya 6´an a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê li Rojavayê Berlînê. Efserekî ewlehiyê yê Fars refaqetî wî dikir. Lê belê ew ne tevahiya demê pê re bû. Dema hevpeyvîneke 2 saetan a bi Fransî ya bi endamekî Komîteya Navendî ya "International Society Kurdistan" re, Îhsan Nûrî Paşa got, rewşa Kurdan li Îranê baş e û ya Kurdan li Iraqê gelekî baş e. Xwendekarên Kurd xelata lehengê neteweyî danê, lê ji ber gotinên wî yên li xêra rejîma şah, kir ku beramberî Nûrî Paşa dilsar bibin.”**

Dîmenên kongreya KSSE´yê ya 1960´î hene

Ji heman çavkaniyê em fêr dibin ku "Tarantel Press"ê ya li Berlîna Rojava jî pê re hevpeyvîn kiriye. Bi ya vê kovarê, hem qeydiyên dîmen û hem jî yên deng ji vê kongreyê hene û Tarantel Pressê ev bi kar anîne ji bo ku mehekê paşê di kitêbokeke bi navê "Die kurden Wollen Kein Bergturken Sein (Kurd naxwazin Tirkên çiyê bin)" de biweşîne. Ji bo arşîva Kurdî hem ev weşan û hem jî materyalên dîmen û deng ên ji kongreyê heger mabin wê gelekî hêja bin, lê ez bi xwe hîna bi ser wan ve nebûme.
Qet nebe hem ji bo diyarkirina sala kongreya 6´an a KSSE´yê li vir me karî agahiyê eseh bikin û her wiha bi awir û nihêrînên cihê li Îhsan Nûrî Paşa û serdana wî ya li Berlînê binihêrin. Peydakirina wan materyalên kongreya KSSE´yê ya 1962´an û zêdekirina wan li arşîva Kurdî wê karekî lazim be.

* Ismet Cheriff Vanly. La Revolte de l'Agri Dagh, 1986, Cenevre.
** Di beşa bi sernavê Pan-Iranist Kurdish Party de di rûpel 12 de. Ev kovara "Intartational Society Kurdistan" e ku xwe weke civakeke ne alîgirê partiyan bi nav dike.
*** Ji bo safîkirina sala kongreya 6´an a KSSE´yê ez malavahiya Rohat Alakom dikim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.