Mîmarê serdemeke siyasî Gorbaçov mir

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:18

  • Serokdewletê dawî yê Sovyetê, Mîxaîl Gorbatçov pêr 91 salî wefat kir. Ew weke siyasetvanê ku Şerê Sar bi dawî kir jî tê qebûlkirin.

Serokdewletê dawî yê Sovyetê, Mîxaîl Gorbatçov pêr 91 salî wefat kir. Ew weke siyasetvanê ku Şerê Sar bi dawî kir jî tê qebûlkirin. Wî sala 1990´î hîna serokê Sovyeta berê bû Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû. Gorbaçov li paytexta Rûsyayê Moskovê li nexweşxaneyê wefat kir. Pêr bi şev Nexweşxaneya Klînîkî ya Navendî ya Moskovê bi daxuyaniyekê got, “Îro êvarê piştê nexweşiyeke giran û dirêj kişandî, Mîxaîl Sergeyevîç Gorbaçov wefat kir”.

Gorbaçov bi siyasetên Glasnot (Zelalî) û Perestroyîka (Jinûvesazkirin) pêvajoyon mezin ên reformê dabûn destpêkirin. Wî bi peymanên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re yên li ser bêçekbûna nukleer û kontrolkirina çekdarîbûnê, ji bo aştiya cîhanê gavên muhim avêtibûn. Ji ber vê jî sala 1990´î wî Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû.

Lê van reforman rêya ber bi hilweşêna Sovyetan ve jî xweş kir û sala 1991´ê ew ji wezîfeya serokdewletiya Sovyetê vekişiya û dewletê ne zêde paşê xwe bi xwe fesix kir. 

Gorbaçov heta mir jî karên Weqfa bi navê xwe ya li Moskovê meşandin. Gorbaçov ji damezrênerên rojnameya "Nowaja Gaseta" bû ya ku rexneyan li desthilata Pûtîn digire. Wî gelek caran ji desthilata Pûtîn xwest ku rêzê bigire ji azadiyên çapemenî û xweîfadekirinê.

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.