Mihrîcana Yekta Herekol dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Adar 2023 - 04:16

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Komîna Şanoyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk, amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 6’an dikin.

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 6`an dê bi dirûşma “Şano mozaîka gelan nîşan dide” di 27`ê Adarê de li Qamişloyê bê lidarxistin.

Mihrîcan her sal ji bo birînanîna şanogerê Kurd şehîd Yekta Herekol (Erdogan Qehreman) tê lidarxistin. Şehîd Yekta di 27`ê Adara 2004`an (Roja Şanoyê ya Cîhanê) de li Qada Seedullah El Cabirî ya Helebê piştî ku şanoyek pêşkêş kir, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û li hember siyasetên hikûmeta Şamê yên dijî Kurdan, çalakiyeke fedaî kir.

 

Komên ji derveyî Rojava jî hene

Di 5 salên berê yên mihrîcanê de komên şanoyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê beşdar dibûn, lê îsal rêya beşdarbûnê li pêşiya komên şanoyê yên bi zimanên Erebî û Kurdî û yên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê jî vekiriye.

Weke amadekariyên mihrîcanê, heta 15`ê Çileyê senaryoyên tîmên beşdar hatibûn wergirtin, piştre ji aliyê komîteya xwendinê ve hatin nirxandin. Amadekarî bi nirxandina şanoyan ji aliyê komîteya temaşekirinê ve dewam dike.

Hejmara rojên mihrîcanê dê li gorî hejmara lîstikan were diyarkirin. Her roj dê şanoyek bê pêşkêşkirin, piştre dê çavdêr û rexnegir der barê wan şanoyan de nihêrînên xwe parve bikin. Di roja dawîn a mihrîcanê de jî, tenê şanoyek dê ji aliyê Komîteya Biryardayînê ve were hilbijartin.

 

Komîteyên çavdêriyê û rola şanoyê

Piştî lidarxistina civîna Komîna Şanoyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyên çavdêriya mihrîcanê ava kirin; komîteya amadekar, komîteya temaşekirinê û komîteya biryardayînê.

Têkildarî mijarê, endamê Komîna Şanoyê ya Herêma Cizîrê Ednan Mistefa got, mihrîcan par ji ber pandemiya Koronayê, şert û mercên siyasî û êrişan nehat lidarxistin û ew îsal li dar dixin: “Armanc hişyarkirin û perwerdekirina gel, balbirina ser pirsgirêkên civakî yên li herêmê ye. Şano di gihandina dengê şoreşê de, gihandina peyaman ji bo gel û pêşniyazkirina çareseriyan ji bo pirsgirêkan, bi roleke girîng radibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.