Mihrîcana Orkêş tê lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Gulan 2023 - 04:09

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan amadekariyan dike ku  Mihrîcana Orkêş a Muzîk û Stranên Gelan a duyemîn, îro dest pê bike.

Sala 2017'an Mihrîcana Orkêş ji bo bibîranîna şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) û şehîdên Tevgera Çand û Huner a Kurdistanê bû. Di wê mihrîcanê de 38 kom ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê beşdar bûn.

Li gorî hevseroka Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeya Mihemed, armanca mihrîcanê ew e ku piştgiriya madî û manewî bidin hunermendan û têkiliyên navbera komên mûzîkê û stranan de xurt bikin.

 

Mihrîcan çend salan hat taloqkirin

Komîteya amadekar a mihrîcanê 5 salan mihrîcan taloq kir. Di sala 2018'an û 2019'an mihrîcan ji ber êrişên dewleta Tirk li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sala 2020'an û 2021'an ji ber şewba vîrûsa Covid-19´ê li herêmê, mihrîcan nehat lidarxistin.

Di sala 2022'yan de jî, ji ber ku Komîteya Amadekar bi xebatên rêxistinî yên tevgerê re mijûl bûbû mîna amadekirina rêzfilma Evîna Kurd, mihrîcan nehat lidarxistin.

 

Dê ji 12 stranan albûmek were hazirkirin

Sumeya Mihemed diyar kir ku biryar e, hin hunermend ji Lubnanê, ji Rojava û Bakurê Kurdistanê ku li Ewrûpayê dimînin, beşdar bibin.

Sumeye da zanîn ku heta niha daxwazên beşdarbûna 30 tîman li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtine, jê 6 tîmên taybet ên jinan in û girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Wê her wiha got, komîteya nirxandinê dê stranan binirxîne beriya ku beşdarî mihrîcanê bibe.

Di dawiyê de dê 12 stran werin diyarkirin da ku albumek bi navê Orkêşa ji aliyê komîteya amadekar a mihrîcanê ve were weşandin. Çaverê ye ku mihrîcan 7 rojan dewam bike. Jûrî li gorî 4 hêmanan stranan wê binirxîne; asta wêjeyî ya stranê, saza stranê, belavkirina muzîkî ya stranê û asta nîşandana stranê ya li ser dikê.

 

Şertên tevlîbûna mihrîcanê

Ji destpêka sala 2023'yan ve, Komîteya Amadekar dest bi amadekariyên lidarxistina gera duyemîn a mihrîcanê kiriye. Her wiha komîteyê ji 15'ê Çile heta 20'ê Sibatê dem ji komên beşdar re diyar kiribû da ku gotinên stranên xwe bişînin.

Komîteyê ji bo beşdaran gelek şert diyar kirin. Hejmara endamên her komekê divê ne kêmtirî 5 kesan û ne zêdetirî 12 kesan be. Kesek yan gelek kes dikarin bi stranên tekakesî tev li mihrîcanê bibin. Bi şerta ku stran bi navê komê be ne bi navê kesan be. Divê navê her komekê hebe.

Ji mafê tîmên beşdar e berhemên xwe di 10 deqe heta 20 deqeyan de nîşan bidin bi şerta ku her tîmek herî kêm du stranan hazir bike yek jê nû be û ya din kevnar be lê belavkirina muzîka wê nû be. Çêtir e ku her komek, straneke kevnar a herêma xwe amade bike û pirr ne belav be.

Her wiha ji mafê koman e ku 2 stranên nû nîşan bidin heke dema wan ji du deqîqeyan derbas nake. Tîmên beşdar jî dikarin bi cilûbergên xwe yên taybet beşdar bibin.

Komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yan jî Kurdistanê yan jî dewletên din, dikarin bi tevahiya zimanan tev li mihrîcanê bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.